1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Li Rojhilata Navîn dê 5 dewlet parçe bibin'
'Li Rojhilata Navîn dê 5 dewlet parçe bibin',li,rojhilata,navîn,dê,5,dewlet,parçe,bibin

'Li Rojhilata Navîn dê 5 dewlet parçe bibin'

A+ A-

Ji nivîskarên rojnameya New York Timesê Robin Write di nivîsa xwe de pêşkeftinên li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku di pêşerojê de dê 5 welat parçe bibin û 14 dewletên nû ji wan ava bibin.

Rojnameya New York Timesê îdîa kir ku dê nexşeya li Rojhilata Navîn ji nû ve bê çêkirin û ji 5 dewletan 14 dewletên din ava bibin.


Analîstê xwedî tecrûbe rojnamevan Robin Wright, îdîa kir ku welatên niha lê şer didomin pirê wan di pêşerojê de dê parçe bibin.

Wright di New York Timesê de analîzek kir û li gel nexşeyekê weşand. Wright îdîa kir ku dê Sûriye , Îrak, SuudÎ Erebistan, Lîbya û Yemen parçe bibin.

PARÇEBÛNA HERÎ ZÊDE LI SIÛDÎ EREBISTANÊ DIBE 
Li gor rojnamevanê Amerîkî, ji vî welatî dikare heya 14 dewletên nû jî derkeve û li gor vê parçebûna herî mezin dê li Siûdî Erebistanê bibe û dê di nav nîvê nexşeya xwe ya îroyîn de bimîne. 
LI SÛRIYE Û ÎRAQÊ KURDISTAN 
Li gel Sûriyê ku ev du sal û nîv in şer lê didome, dê Îraq jî bibe 3 parçe.

Li peravên Deryaya Spî ya Sûriyê dê dewleteka elewiyan ava bibe. Li bakurê Sûriyeyê û yê Îraqê dê dewleta Kurdistanê bê avakirin.

Sûniyên sûrî û îraqî dê dewleteka nû ya hevpar ava bikin û li başûrê Îraqê jî dê dewleta ”Şîîstan”ê bê avakirin.

YEMEN DÊ JI NÛ VE PARÇE BIBE Yemena ku beriya demeka kin bûbû yek, dê ji nû ve mîna Yemena Bakûr û Yemena Başûr parçe bibe.

LI LÎBYAYÊ 3 DEWLET Lîbya jî dê nesîbê xwe ji vê parçebûnê bigire. Di encama reqabeta navbera eşîran de, li rojhilatê welêt Sînekya, li rojava Trablûs û li başûrê rojava jî Fîzan, mîna dewlet derkevine holê.

Werger: Amîda Kurd