Li Rojhilata Navîn pêşeroja jinan di talûkeyê de ye
STENBOL 08.07.2014 07:17:51 Ji Rojnameya Ozgur Gundem Veysî Sarisozen û Sedat Yilmaz, li Herêmên Parastinê yên Medya bi endama Koordînasyona YJA Leyla Agirî re ku roportaj çêkirin di rojnameya îro de hat weşandin.
Agirî, bal kişand ser tehdîda jinên li Rojhilata Navîn pêre rû bi rû dimînin û ev bang kir, “Em eniya têkoşîna hevpar a jinan bihêz bikin. Pêwîst e, rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê li derdora vê rêxistinbûnê kom bibin."
YJA RÊXISTINEKE SÎWAN A KONFEDERAL E
Endama Koordînasyona YJA Leyla Agirî, têkildarî îlana YJA a xwe wek rêxistineke sîwan a jinan ava kir, diyar kir ku bi pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an da desrpêkirin li ser esasê perspektîfa neteweya demokratîk xwe û rêxistinbûna xwe, li ber çavan re derbas kirine û got, “Me bi civîna xwe ya giştî KCK’ya jinan ango YJA ava kir. YJA rêxistineke sîwan a konfederal e. Wek KCK’ya jinan em ber bi pergaleke hîn serbixwe û azadîxwaz ve çûn.”
Agirî di dewama axaftina xwe der barê şoreşa jinê ya bi têkoşîna azadiyê re pêş ket ev nirxandin kirin, “Eger em wek jin xwe nekin hêzeke kirde ya demokratîk, xwe nekin îrade tu carî li hember zilam em nekarin alternatîfeke bihêz derxin. Di şer de nêzîkatiyên cinsiyetperest ên zilam û sekna kevneşop a jinê rê li ber pirsgirêkên ciddî vekir. Rêbertî jî ew dît analiz kir û got, ‘Divê jin rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixe.’ Destpêkê di artêşbûnê de rêxistina xweser pêk hat, di nav demê de partîbûn û niha jî wek KCK’ya jin diyalektîkeke pêşketinê ya mezin derxist holê.”
‘EM AZADIYA HEMÛ JINAN ESAS DIGIRIN’
Agirî diyar kir ku di nav tevgera azadiya Kurd de jin û zilamên azad ava kirine û wiha got, “Li her qada jiyanê rêxistinbûnên me yên xweser hene. Her tişt wekhev e. Lê kevneşopîtî pir hatiye derbaskirin. Me jin û zilamên azad ava kirin, lê têkoşîna azadiyê berdewamiyê dixwaze. Di vê mijarê de lêgerîn û hewldanên me hene.” Agirî destnîşan kir, ew tenê azadiya jina Kurd nakin armanc, azadiya tevayî jinan esas digirin.
‘JINEOLOJÎ SERHILDANEK SERERASTKIRINEK E’
Agirî der barê xebatên xwe yên têkildarî jineolojiyê jî diyar kir ku di perspektîfa neteweya demokratîk de li ser navê jinan xebateke jineolojî dane destpêkirin û wiha dewam kir, “Tu rêbaza fikran bi qasî zanisperestiyê, cinsiyetperestî rewa nekiriye. Wek jin dereng jî be, di vê mijarê de bi hewldanên Rêber Apo me dest bi xebatekê kir. Ya zanistperestiyê ava dike serweriya zilam bi xwe ye. Lê, di rastiyê de nirxên mezin ên jinan hene. Dema ev qad tê lêpirsînkirin şerek mezin derdikeve holê. Xebata jineolojî li hember cinsiyetperestiya di zanistê de berbiçav dibe, serî rakirine. Serhildanek e. Sererastkirinek e. En jineolojiyê li çiyayan pêş dixin. Li cihên xwe yên xweser û azad. Çawa me tevayî gavên têkildarî azadiyê li vir avêtin em jineolojiyê jî li vê qadê pêş dikin.”
‘EM ENIYA HEVPAR BIHÊZ BIKIN’
Agirî da xuyakirin ku weke li Mûsilê jî tê xuyakirin, pêşeroja jinan di bin tehdîdê de ye û ev bang kir, “Lewma em eniya têkoşîna hevpar a jinan bihêz bikin. Li ser esasê eniya yekîtiya demokratîk pêwîst e rêxistinkirina hemû jinan bê pêşxistin. Divê rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê li derdora vê rêxistinbûnê kom bibin. Wek jin li qada Tirkiyeyê jî pêşxistina eniyeke li ser bingeha aştiya hevpar a gelan û demokrasiyê ji bo me wek wezîfeyekê ye. Rêhevalên jin ên li her qadan ji Trabzonê heta Şirnexê divê li derdora têkoşîna rêxistinkirî kom bibin.