Li rojhilatê Kobanê 3 êrîş hatin şkandin
ANHA - KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê ji 3 nuqteyên rojhilatê Kobanê êrîşî şervanên YPG'ê kirin û di encama bersivdayînê de hersê êrîş jî hatin şkandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA ji herêma Kobanê dane, şevê din ji sê nuqteyên eniya rojhilat a bajarê Kobanê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên YPG'ê kirin û rastî bersiva tund hatin. Di encamê de hersê êrîş hatin şkandin û gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Li eniya rojhilat di navbera şervnên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn di asta xwe ya herî giran de heta kêliya amadekirina vê nûçeyên jî didomiyan.
Di heman demê de li rojava û başûrê Kobanê jî şer û pevçûn bênavbera didomin. Şevê din şervanên YPG'ê li rojavayê herêmê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Hate gotin ku gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, lê tu agahiyên girêdayî hejmarê de nehatine bidestxistin.
Tê payîn ku ji bo xuyakirina agahiyên berfireh yên derbarê şer de Navenda Çapemeniya YPG'ê daxuyaniyekê ji bo raya giştî bide.
NEHÎR PALE
(he)