Li Sanandaj û Mahabadê girtin
Îstîxbarata Îranê li bajarên Mahabad û Sanandaj yên Rojhilatê Kurdistanê gelek aktîvîst û rojnamevanên Kurd binçavkirin
Hate ragihandin ku, hefteya borî îstîxbarata Îranê li bajarên Mahabad û Sanandaj yên Rojhilatê Kurdistanê gelek aktîvîst û rojnamevanên Kurd binçavkirine. Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê dane, hêjmara kesên hatine binçavkirin digehin 10’an.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeka herêmî dane saziyê, 7’ê Adarê li bajarê Sanandajê 5 sendîkavanên Kurd hatin binçavkirin û birin navenda îstîxbaratê ya bajar.
Hate ragihandin ku, di 17’ê Sibatê de xwendekarê Kurd yê bi navê Ferzad Samanî li Mahabadê û kurmam/kurxal ji aliyê polîsên Îranê ve hatine girtin. Tê diyarkirin ku, di heman dîrokan de gelek ciwanên Kurd hatine girtin lê belê ji ber sedema tundiyên li ser malbatê, nekarîne nasnameyên wan diyar bikin.
Hate diyarkirin ku, piştî 5 rojan Samanî hate girtin, birayê wî ku berê girtiyê siyasî bû Farûk Samanî jî hate binçavkirin û birine navenda îstîxbaratê.
Di roja 25’ê Sibatê jî polîsên Îranê li Mahabadê ciwanê Kurd yê binavê Resûl Xizr Murovat binçavkir.
Roja 6’ê Adarê jî edîtorê berê yê rojnameya Rojhe yê Qasim Ehmedî hate binçavkirin. Roja piştî wê jî di ser mala edîtorê malpera înternetê ya binavê Mukrian News Xoşnav Kordpûr de girtin û ew binçavkirin.