Li Saziya Tipê ya Edlî raporeke skandal
Her roj pirsgirêkên girtiyên nexweş zêde dibin û raporên ku Saziya Tipa Edlî jî didin jî, dibin sedema skandalên mezin. Saziya Tipa Edlî 7 meh berê rapora "Divê cezayê wî 6 mehan bê taloqkirin" da girtiyê nexweşê pençeşêrê Abdulsamet Çelîk ê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dimîne. Lê niha jî heman saziyê rapora “Nexweşiya wî mayînde ye. Lazim e ligirtîgehê bi tenê neyê hiştin" dan Çelîk.
Zagona di raya giştî de weke “sererastkirina parastina zimanê zikmakî" hate zanîn û madeyên têkildarî girtiyên nexweş jî di nav de heyî piştî ji aliyê Serok Komar Abdullah Gul ve hate erêkirin ket meriyetê. Piştî zagon ket meriyetê di çapemeniyê de nûçeyên "Dê 15 hezar girtiyên exweş serbest bên berdan" hatin nivîsandin. Lê tu tişekî wisa pêk nehat. Ji girtiyên nexweş dîsa raporên Saziya Tipa Edlî hat xwestin. Lê saziyê raporan nade tu girtiyên nexweş. Mînaka vê yekê Şahabettîn Yucel ê ku li benda rapora Saziya Tipa Edlî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû ye.
Rewş giran dibe
Ji girtiyên nexweş yek jî Abdulsamet Çelîk ê ku nexweşê pençeşêra xwînê yê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de dimîne ye. Her diçe rewşa wî giran dibe. Di mirovan de 14-15 hemogram hene lê yên Çelîk di bin 7'tan de ne. Ji ber vê yekê divê Çelîk her tim xwînê werbigire. Heke Çelîk xwînê negire rewşa wî giran dibe û dikeve ber mirinê. Ligel nexweşxaneyan raporên bê tahliyekirin dan Saziya Tipa Edlî israr dike.Çelîk 7 meh berê ji saziyê rapora "Cezayê wî bila 6 mehan bê taloqkirin" Lê ji ber ku wê demê zagon nehatibû çêkirin nehate taliyekirin.
Piştî raporê rewaş Çelîk hêj girantir bû. Ji ber dermanên bikartîne di vucuda wî de birîn pêk tên û derziya bi navê Înterferon a gelek giran û rîska wê heye tê bikaranîn. Berî rapor 2 mehan carekê xwîn digirt lê niha heftgeyê carekê digire. Piştî Serokomar Abdullah Gul zagon erê kir Çelîk careke din sewqî Saziya Tîpa Edlî hate kirin. Di rapora Saziya Tipa Edlî daye Çelîk de wiha hate gotin: “Dermankirina nexweş neqla hucre kokê ye. Ji nexweş re dermankirina MDS’ê hatiye dayîn. Hêj jî hewcehiya nexweş a hefteyekê carekê xwînê bigire heye. Nexweş di vê demê de semptomên girêdayî anamnayeyê pêk tên. Ji ber vê yekê bi şiklê bi tenê neyê mayîn dikare di girtîgehê de bê girtin. Nexweşî mayînde ye." Saziya Tip Edlî 6 me berê rapora “ceza bila bê taloqkirin" dabû. Sazî ligel di rapora nû de bêje nexweşî giran bûye disa dixwaze di girtîgehê de bimîn e.
(bd/mae)