"Li ser bombe an jî çek tune bû!"
Hêzên Parastina Gelê (HPG) der barê çalakiya revandina otobûsa deryayî ya Şaredariya Kocaeliyê ku di 11’ê mijdarê de pêk hat de ragihand ku çalakî ji aliyê gerîlayê HPG’ê Mensur Guzel bi nasnavê (Sînan Azad) ve hatiye lidarxistin. HPG’ê ragihand ku çalakî ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û îşkenceya 12 salan hatiye lidarxistin, her wiha ji bo ziyan negihe tu sivîlan jî tedbîrên pêwîst hatibûn girtin. HPG’ê ragihand ku li ser çalakger Guzel tu bombe an jî çek tune bû.
Di daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ve hate dayîn de Guzel ê ku bi armanca bala rayagiştî bikişîne çalakî li dar xist, bi fermanê hatiye qetilkirin, û “Hevalê me bi tu awayî bi armanca kuştina sivîl an jî ziyandayînê nêzîk nebûye. Ger ku tiştek bi serê rêwiyên sivîl nehatibe, ev yek ji girêdayî bihîstyarî û fedekariya hevalê me Sînan e.”
HPG’ê diyar kir ku çalakiya Guzel a ku bi armaca balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serkeftî bû û gihişte armanca xwe.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Divê peyama ku dewleta TC’ê (komara tirk) dayî jî baş were famkirin. Di kêliyên pêşî yên çalakiyê de rayedarên dewletê hewl dan ku çalakiyê vebişêrin, binuxumînin, reş bikin û hewl dan ku nehêlin ji rayagiştî re bê ragihandin. Gotin ku ‘heta axaftina dawiyê nehate qanekirin û piştre hatiye kuştin’. Hikûmeta AKP’ê bi vê yekê careke din rûyê xwe yê tuneker û komkujîkariyê nîşan daye.”
Hikûmeta AKP’ê hewl dide ku em jî rêbazên wan ên komkujiyên ku pêk aniye, bi kar bînin, lê bi tu awayî planên wan encam nagire. Wê tekoşîna me ya rewa li hemberî Hikûmeta AKP’ê hemû çekên qedexekirî jî di nav de bi hemû rêbazên kirêt bi ser me de tê û xûlamên wê berdewam bike.
Divê gelê me û hemû aliyên demokrat, rayagiştî ya bihîstyar, armanca çalakiya hevalê me Sînan baş bixwînin û divê were zanîn ku xala herî hesas a ji bo her milîtanekê PKK’ê azadiyar Rêber Apo ye û divê di vî warî de bihîstiyar bin. Ev asta biryar û vîna ku hişt hevalê me Sînan ê ku azadiya Rêber Apo li ser her tiştekê re dibîne, vê çalakiyê li dar bixe, wê bibe asta biryar û vîna her milîtanên Kurd ên li ser riya Rêber Apo dimeşin.”
ANF NEWS AGENCY