Li ser gora PKK'iyan goristan hat çêkirin
12:10 02.11.2013 1 / 14 ÇEWLIK (DÎHA) - Li Goristana Bajar ya Çewlikê, li qada ku ji bo bêkesan hatiye veqetandin û bi krokiyan hatiye tespîtkirin ku li ser gora 133 endamên PKK'ê definkirinên nû çêdibin. Nûnerê MEYA-DER'a Çewlikê Cengîz Turan anî ziman ku der barê mijarê giliyê şaredariya Çewlikê lê biryara neşopandinê hatiye dayîn û di nava mehekê de 2 definkirinên nû çêbûne.
Nûnerê MEYA-DER'ê ya Çewlikê Cengîz Turan diyar kir ku li ser gora 133 endamên PKK'ê gorên nû tên çêkirin û wiha got: "Li gorî krokî û belgeyan, ji aliyê şaredariyê ve cinazeyên 133 gerîlayên PKK'ê li goristana bêkesan hatine definkirin. Em hînbûn ku ev qad ji aliyê malbatan veguheriye qebrîstana malbatê û şaredarî jî çavê xwe digire. Me li dozgeriyê giliyê şaredariyê kir."
'Cinazeyê 133 gerîlayên PKK'ê li goristana bêkesan hatine definkirin'
Turan anî ziman ku ji sala 2010'an heta niha der barê aqûbeta cinazeyên endamên PKK'ê yên di nav 25 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane lêkolîn kirine û wiha got: "Me texmîn nedikir li Çewlikê evqas cinaze hebin. Li gorî belge û krokiyên me bi destxistine û li gorî daneyên fermî ji aliyê şaredariyê ve cinazeyê 133 gerîlayên PKK'ê li goristana bêkesan hatine definkirin." Turan da zanîn ku encameke trajîk bi destxistine û wiha got: "Qada ku wekî goristana bêkesan tê pênasekirin, ji aliyê malbatan hatiye dagirkirin û şaredarî jî li hember vê bêdeng maye. Me lêkolîn kir ku hinek cenaze ji cihê xwe hatine derxistin û hinek hatine texrîbkirin. Li ser vê yekê me serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Çewlikê da û giliyê şaredariyê kir. Dozgeriyê biryara pêwîstî bi şopandinê nîne da. Ji bo lêpirsînê destur nehat dayîn. Li ser vê yekê me jî serî li şaredariyê da û tabloya heyî raxist ber çavê wan."
Şaredar got destûr nade lê dîsa jî tên definkirin
Turan anî ziman ku şaredariyê ji wan re gotiye ev der di dema wan de nehatiye dagirkirin, li ser vê yekê bi malbatan re hevdîtin pêk anîne û malbatan jî gotiye ev der ji şaredariyê kirine. Turan wiha axivî: "Me careke din bi şaredariyê re hevdîtin pêk anî. Ji ber ku li qadê kolandin didomiyan û cenaze dihatin texrîbkirin. Me rewş ji şaredarê Çewlikê re ragihand. Ji bo lêkolînek şaredar komek peywirdar kir. Hat gotin ku dê di çarçoveya krokiyên heyî de careke din destur nedin li vê qadê kolandin pêk bên. Me bi tevî xebatkarên şaredariyê û Miduriyeta Goristanê li vir xebatek kir. Li vir krokî hatin derxistin û îmzekirin. Me ev pêşkeşî şaredar kir. Li cem me ji Midûriyeta Goristanê re telefon vekir û got bila careke din ev der neyên kolandin. Lê li hember vê yekê di nava mehekê de li vê qadê 2 kolandin pêkhatin."
Turan diyar kir ku bi hezaran malbat gorên zarokên xwe digerin û wiha got: "Em baş dizanin ku ev pirsgirêk bi vî rengî nayê çareserkirin. Ev der di destê şaredariyê de ye û divê teqez ev der ji aliyê şaredariyê ve bê parastin. Divê li vir defin neyên kirin. Me ji wan re got, ger li vir defin bên kirin, berpirsyar şaredarî ye. Şaredar got destur nadin li vir defin bên kirin, lê hêj kolandin didomin."
'Bi hezaran malbat cinazeyên zarokên xwe digerin'
Cengîz Turan bang li malbatên ku li vir kolandinê dikin kir û wiha got: "Ev hem di warê olî de û hem jî di warê çanda civakî de tiştekî ne rast e. Bi hezaran malbat cinazeyên zarokên xwe digerin. Em ji wan re rica dikin ku bila destê xwe ji wir bikişînin. Bila li vir defin neyên kirin û ger di encama lêkolîna de derkeve holê li vir gor nîn in, em ê vê derê ji wan re bihêlin. Tu eleqeya me bi axa li wir re nîne. Li wir cenaze hene û malbatên wan kesan hene. Li gorî daneyên fermî li wir cinazeyê 133 gerîlayan heye. Em wisa difikirin ku ev hejmar zêdetir be. Di encama lêkolînan de nasnameya nêzî 60 gerîlayên PKK'ê hatine tespîtkirin. Em ê di demeke nêz de van nasnameyan ji raya giştî re aşkera bikin."
'Li Çewlikê bi giştî cinazeyê 330 gerîlayan heye'
Turan destnîşan kir ku di encama lêkolînan de hînbûne ku li navenda Çewlikê û navçeyên wê Dara Hênê, Gêxî, Kanîreş, Çêrme û Xorxolê bi giştî goristanên 330 endamên PKK'ê hene. Hinek bi komî hatine definkirin û hinek jî tenê hatine definkirin. Turan ev agahî dan: "Li gorî daneyên fermî li Goristana Duzagaç ya Çewlikê gora 133 gerîlayên PKK'ê hene û li vê derê bi komî hatine definkirin û niha li vir kesên ku jiyana xwe ji dest didin tên definkirin. Li navçeya Çêrmeyê cinazeyê 32 endamên PKK'ê ku di sala 1998'an de di encama pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabûn bi komî hatine definkirin. Li Dara Hênê goreke komî de cinazeyê 38 kesan heye, li Gêxî li goristana bêkesan cinazeyê 32 gerîlayan heye. Di heman demê de di vê goristanê de gora komî heye. Di goristana Xorxolê ya şaredariyê de cinazeyê 4 gerîlayan heye. Em dizanin ku li Kanîreşê cinazeyê 60 gerîlayan hatiye definkirin. Lê em hînbûn ku hinek cenaze hatine girtin. Em wisa difikirin ku li Kanîreşê nêzî 40 cinazeyên gerîla hene. Dîsa li çolterê gorên komî ku ji aliyê me ve hatine tespîtkirin hene. Li Girê Bandos ya navçeya Çêrmê de gora komî ku cinazeyê 9 kesan hene. Li Çewlikê bi giştî cinazeyê 330 gerîlayan heye. Ev jî nîşan dide ku şer di kîjan astê de ye. Ev hejmareke pir zêde ye."
(ça)