1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li ser navê ‘namûsê’ diyardeya kuştina jinan
Li ser navê ‘namûsê’ diyardeya kuştina jinan,li,ser,navê,namûsê,diyardeya,kuştina,jinan

Li ser navê ‘namûsê’ diyardeya kuştina jinan

A+ A-

ŞERVÎN MUSTEFA

EFRÎN – Sazî û rêxistinên jinan diyardeya kuştina jin lêpirsîn kirin, rexnedayîna xwe dan û dest bi hemleya lidarxistina civînan kirin. Di civînan de feraseta “namûsê” bi civakê dane naskirin û dê dewreyên perwerde ji bo jin û zilaman werin vekirin.

Li Kantona Efrînê di van her sê mehan de 10 jin hatin kuştin. Şeş ji wan di bin navê şerefê de hatine kuştin. Saziyên jin ên Kantonê ji bo li pêşiya vê diyardeyê bibin asteng niha lêkolîn dikin.

Sedema kuştina jin

ANHA bi riya saziyên jin, kesayetên civakî û welatiyên Kantonê sedema qewmandina van bûyeran lêkolînkirin. Asta çandî, rê û rêbazê perwerdekirina malbatê ya zarok, rewşa civakî, aborî û siyasî, tevlînebûna komîn û meclisan û kevneşopiyên civakê dibin sedema kuştina jin.

Asta çandî û fikrî

Li gundên her şeş jinan ên di bin navê namûsê de hatine kuştin li gorî herêmên Kantonê yên dîtir di nêzîkatiya xwe ji jin re hîn zêdetir paşverû ne. Li wan gundan nizanin bi hev re bidin û bistînin û bê rêz nêzî hev dibin. Jinê biçûk dibînin û zîhniyeta zilam a serwer li ser wê civakê serwer e.

Komîn û meclisên wan gundan ne çalakin û ew civak nayê perwerde kirin. Ev yek bûye sedema ku ew civak di kevneşopiyên xwe de israrbike û ji nêzîkatiyên xwe jin re neyên lêpirsînkirin.

Kevneşopî û şêweyê perwerde

Şêwaz, rê û rêbazê perwerdekirina malbatê ya zarokên xwe di vê bûyerê de xwedî role. Rê û rêbazê perwerdekirina malbatan a zarokên xwe dibin bandora zîhniyeta zilam a serwer de ye. Lawik xwedî nirxe, malbat hemû derfetên xwe dixe bin xizmeta mezinkirina lawikê xwe, lê belê wisa nêzî keçên xwe nabin. Di her tiştî de cûdahî dixin navbera lawik û keçên xwe. Ji bo keçik bikarbe bijî, divê baş xizmeta zilam bike. Weke dîtir tu mafê jiyanê nadin jin.

Tişta ku destûr nade jin aza bijî û çarenûsa wê dikeve destê zilam kevneşopiyên civakê ne. Ji bo Kantona Efrînê tê gotin ku jinên Kantonê serwerin, lê belê ev yek berevajî ye. Kevneşopiyên wan gelekî cûdahî dixin navbera jin û zilam de. Zilam serwer e û her tişt di destê wî de ye. Jin ji bo bijî neçare li gorî xwestekên zilam tevbigere. Jiyana ku jin avadike ew jî bi rengê zilam e. Di nava wan kevneşopiyan de rengê jin wenda ye. Heta rengê jin heye kesek napirs e. Ji ber ev têgeh ji ticarî nebihîstine. Keç hîna neketiya pênc saliya xwe de despêke ji wê re dibêjin tu jinî û divê tu namûsa xwe biparêze. Jin heyanî dimre hertim dibin wê derûniyê de dijî.

Jin dikin alava aboriyê

Di van salên dawiyê de, piştî ku civakê li hemberî pirsgirêkan koçberî çareserî dîtin, nesaxiyên bîrdozî di civakê de derketin holê. Malbat li beramberî peran keçên xwe dibin zewacê de firotin dewletên derv e û bi taybet Tirkiyê.

Bazirganan dema ku jin derbas dikirin gelek ji wan neçarî karê fihûşê dikirin. Di heman demê de bazirganiya jin dikirin.

Yek ji sedema ku pirsgirêk di civakê de kûrbibin û jin werin kuştin temaşekirina rêzefilmên Tirkan û internet bû. Herkesî ew rêzefilim temaşedikirin û diketin bin bandora wan de.

Tewambar nayên lêpirsîn

Di pêvajoya rêjîma baas a Sûriyeyê de kesên ku jin dikuştin di bin navê namûsê de û hinek bertîl didin dewletê û xwe xilasdikirin. Ew kes nedihatin cezakirin. Piştî ku şoreşa Rojava despêkir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin û jin saziyên xwe vekirin û zagonên jin derketin êdî kesên jin dikujin têne lêpirsîn kirin.

Ew gund tevlî komîn û meclîsan nebûne

Ev bûye salek li wan herêman komîn û meclis hatine avakirin. Ji gundên ku di van her 3 mehan de jin lê hatine kuştin kesek tevlî komîn û meclisan nebûye û perwerde nedîtine. Lewre sazî û rêxistinên jin ji ber xwe negihandina van gundan hatin rexnekirin.

Bûyer li kuderê û çawa qewimîn?

Li gundê Kebaşîn ê navçeya Şêrawa, gundê Çeqla Wistanî yê navçeya Şiyê, gundê Şorbe û Eyîn Hecer ên navçeya Mabata, gundê Hac Iskender ê navçeya Cidirêsê û gundê Heftaro yê navçeya Bilbilê jin hatin kuştin.

Ciwana bi navê (Z.E.) ya 16 salî ji gundê Kebaşîne. Şêniyên gund roja 30`ê gulanê li ser xebera dilê wê sekiniye û miriye radibin. Piştî ku dektor wê kontrol dike tê fêmkirin ku ew ji ber xwarina miqdarekî zêde yê gobreya kîmawî miriye.

Di lêpirsîn de eşkere bû ku xwişka wê ya mezin ew neçarkiriye ku gobreya kîmasî bixwe. Xwişka wê di îfadeya xwe de diyarkiriye ku têkiliya xwişka wê bi zilamekî gund ê zewicî re heye û ji bo namûsa xwe paqijbikin wisa kiriye. Her wiha di lêpirsînê de derkete holê ku bav keça xwe ya mezin tehrîk kiriye ku xwişka xwe bikuje.

Hevalên (Z.E.) gotin ku malbata keçikê gelekî girtî bûn û bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî bûn. Diyarkirin ku ew bi wan re diçû li zeviyan dixebitî û telefona wê tinebû û nebihîstine ku têkiliya wê bi kesekî re heye. Hevalên wê dan zanîn ku (Z.E.) ji derveyî kevneşopiyên malbata xwe dernediket lê belê zilamê ku navê wê pêre derxistine zilamekî di gund de bi nebaşiya exlaqên xwe tê naskirin.

Di encama lêpirsînê de bav, dayîk û xwişka (Z.E.) bi tuhmeta kuştinê hatin girtin û dadgeha gel cezayê ji 15-20 sal girtin dane xwişka wê ya mezin.

Bav keça xwe dide kuştin

Jina bi navê (S.M.) ya 22 salî ji gundê Çeqla Wistanî ye. Li gorî agahiyên ehlên keçikê dayî (S.M.) berî ku xwe intîhar bike bavê wê bi tundî lêdixe û xwe intîhar dike.

(S.M.) keça malê ya tenê ye. Li taxa El-Eşrefiyê ya Helebê mezin dibe. Ev çar sale malbata wê koçberî gund bûye. Malbat dewlemende û keçik li gorî dilê xwe tevdigere. Sala 2010`an xortekî dinase. Wexta ku bav pêdihisê ku keça wî ji wî xortî hezdike qebûlnake ku keça xwe bide wî xortî. Ji ber ku xort ne ji malbateke dewlemende û feqîrin.

Roja 20`ê gulanê bav bi darê zeytûnê û bi tundî li keça xwe dide. Keçik di wê rewşa giran de gobreya kîmasî dixwê û dimrê.

Bavê (S.M.) û xortê ku tê gotin keçikê xwe ji boyî wî intîharkiriye niha di girtîgehê de ne û lêpirsîn kirin didome.

Keçik berî ku were kuştin tê tecawizkirin

Keçika ji gundê Şorbe ya navçeya Mabata ku navê wê nehat nasîn ji aliyê pismamê xwe ve tê tecawizkirin. Piştî ku malbata wan vê yekê dibihîzin biryar didin ku keçikê di bin navê paqijkirina namûsê bikujin. Keçik 6`ê hezîranê li ser destê bav û birayê xwe tê kuştin.

Dadgeha giştî bav û birayê keçikê girtine û hîna dadgeh didome.

Ji bo rewşa her sê jinên dîtir malbatên wan dibêjin ku ji ciyê bilind ketine xwarê û mirine ango mirinekî asayî ye. Hîna di vê derbarê de lêpirsîn didomin.

Êdî tewambar têne lêpirsînkirin û cezakirin

Li gorî zagonên Desteya jin ên Kantonê tewambarên ku jin dikujin têne lêpirsîn kirin û hesab ji wan têxwestin. Li gorî sûcê hatiye kirin ceza tê dayîn. Kesên ku ev sûce kirine ji 15-20 salî cezayê girtine dixwin.

Sazî û rêxistinên jin hatin rexnekirin

Gelek kesên ku derbarê vê diyardeyê de axivîn gotin ku rêxistin û saziyên jin bi taybet Kongreya Star ev pênc sale jin birêxistin kirine û wan perwerde dikin. Lê belê di perwerdekirin û rêxistinkirina zilam de kêm mane. Sazî û rêxistinên jin ji ber perwerdenekirina zilam û rêxistinkirina wî hatin rexnekirin.

Her wiha hinek komînên jin ji ber ku çalak nebûne û erka xwe pêkneanîne hatin rexnekirin. Wan komînan xwe negihandina hemû herêman û xebatên perwerde nedane meşandin.

Gel vê diyardeyê çawa dinirxîne?

Şêniyên van gundan û malbatên jinên ku hatine kuştin gotin ku diyardeya di bin navê namûsê de jin kuştin hîna di civakê de mijarekî hesase û dev jê bernadin. Her wiha zilam jinê namûsa xwe dibîne û li gorî mentiqê wî dema ku namûsa wî gemar bibe divê jinê bikuje.

Şêniyan anîn ziman ku zilam ji bo hesabê xwe nede mijara namûsê ji xwe re dike hicet. Ji ber vê yekê xwestin ku zilamê jin dikuje li qadên giştî werin lêpirsînkirin û ji bo careke dîtir wisa nekin hesab ji wan were xwestin.

Her wiha şiyarkirin ku eger civak neyê perwerde kirin dê zîhniyeta zilam a paşverû dîse li hemberî jin kiryarên xwe dewam bike û ji sazî û rêxistinên Kantonê xwestin ku xwe bighînin hemû şêniyên Kantonê û wan perwerde bikin.

Derbarê vê diyardeyê de civîn hatin lidarxistin

Piştî ku li Kantonê diyardeya kuştina jin belavbû, hemû sazî û rêxistinên jin ên Kantonê 13`ê tîrmehê li hevdû civiyan. Ev diyarde şîrovekirin, rexnedayîna xwe didan û biryar girtin ku li seranserî Kantonê civînan lidarbixin. Di van civînan de feraseta namûsê ya rast bi civakê bidin naskirin û diyardeya kuştina jin bidin rawestandin.

Di vê çarçevê de destbi lidarxistina civînan kirin û heyanî niha ew civîn didomin.

Çareserî perwerde ye

Endama Kordînasyona Kongreya Star Zelal Cîger ev buyer nirxand. Di despêka axavtina xwe de hemû sazî û rêxistinên jin ên Kantonê ji ber perwerdenekirina wan a civakê rexnekirin û wiha got”kevneşopiyên civakê jinê difetisîne û divê civak were perwerdekirin. Sazî û rêxistinên Kantonê xwe negehandina herkesî û bi taybetî xwe negihandina malbatên van jinên ku hatine kuştin.”

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û civakê perwerdekirin Zelal Cîger pîlansaziyên xwe wiha vegot” Kongreya Star dê li ser vê diyardeyê rawestê. Li Akademî û navendên xwe destbi hemleya perwerdekirina jin û zilam bi hev re. Her wiha dê dewreyên perwerde ji bo zilam vekin.”

Zelal Cîger di dewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ji %75 zilam jinê namûsa xwe dibînin û wiha berdewamkir ”hîna zilam feraseta namûsê bi jin ve dide girêdan. Jin ne namûsa zilame. Feraseta namûsê ne bi cinsê jin ve girêdayî ye û jin dê nebe mulkê tu kesî. Ew mulkê xwe ye û xwedî îrade û fikre. Emê bi riya komîn, meclis, sazî û rêxistinan destbi hemleya perwerdekirine bikin. Hemû bighînin hemû malbatan û herkesî birêxistin bikin. Di Sîstema Federaliya Demokratîk de dê ev bûyerên kuştina jin ên qewimî ne bibin ên dawiyê.”

Jinên ku rastî tadeya zilam tên dê çibikin Zelal Cîger rê nîşanî wan da û wiha got”jinên ku rastî tûndiya zilam û malbatên xwe tên bila berê xwe bidin navendên Kongreya Star. Kongreya Star dê xwedî li wan derbikeve û bi wan re bibe alîkar.”

Her wiha Zelal Cîger bang li zilaman kir ku dema hevjînên wan kêmasî dikin, rêbazên lêdan û tundiyê nedin bikaranîn û bi riya Kongreya Star pirsgirêkê çareserbikin.

Zelal Cîger di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku dê dadgehên gel ên Kantonê kesên tewambar ên jinê dikujin lêpirsîn bikin û wiha berdewamkir”gel û civak wê tewambaran lêpirsîn bike û cezabike.

(np)

ANHA