'Li ser rola MÎT'ê ya di cînayeta Parîsê de dihat rawestîn'
Nûçegihan Selma Akkaya ku ji destpêka komkujiya Parîsê ve doz dişopand, bûyerên gengaz ên piştî mirina kujer Omer Guney biqewimin, ji ANF’ê re nirxand
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Nûçegihan Akkay ku ji destpêkê ve doza komkujiya Parîsê dişopand: Di dosyaya lêpirsînê de li ser trafîka telefonê ya MÎT’ê ya bi gumanbarê kujer re, li ber ronahiya belgeya MÎT’ê û tomarên deng, li ser wê îhtîmala dihate sekinandin bê ka MÎT tevlî cinayeteke siyasî ya Fransayê bûye yan na.
Nûçegihan Selma Akkaya piştî mirina gumanbarê kujer Omer Guney rewşên ku dikarin rû bidin ji ANF’ê re nirxand.
Di dosyayê de ji bilî Guney ti keseke nedihate sûcdarkirin. Di rewşa berdest de, ji bo ku kesekî were darizandin nemaye, ne diyar e bê ka ji hêla hiqûqî ve wê dadgeh pêk were yan na. Têkildarî mijarê, van rojên pêş me parêzer wê bi dozger re biaxivin û daxuyaniyek were dayin.
Ji ber ku dewleta Fransayê doz giran kiribû û heta niha nedabû destpêkirin, gelo hedef ew bû ku rola MÎT’ê were veşartin?
Daraza Fransa di lêpirsînê di nav çarçoweya terorê de 5 salan pêvajoya lêpirsînê didomîne û piştre dosyayan dişîne dadgehên têkildar. Lê di vê dosyayê de rewşeke cuda hebû. Di destê wan de gumanbarê kujer hebû ku bi delîlan eşkere bû ku kujerê 3 jinên şoreşger e. Û ji roja pêşî ve ji hêla dozgerî û dadgehê ve dihate zanîn ku di serê gumanbarê kujer de tumor heye. Gulana 2015’an dadgerê dosyayê dema ku lêpirsînê bi dawî dike gotibû, ‘’gumanbar nexweş e û bi mebesta ku dosya di zûtirîn demê de were dîtin’’
Li gel ku ev hemû tişt dihatin zanîn jî dadgeh salek û nîvê taloq kirin. Destpêkê weke 5’ê Kanûnê hate diyarkirin. Piştre, belesebep taloqî 23’yê Çile kirin. Di qonaxa ber dest de, 5’ê Kanûnê raporeke têkildarî nexwweşiya giran a Guney derdikeve holê. Piştre li gorî agahiya parezerên malbatê, ji ber sedema giraniya nexweşiya gumanbar, tehliyekirina wî hatiye xwestin. Û Guney ê ku roja Înê mirî, roja Şemiyê bi rêya parêzeran malbat tê agahdarkirin.
Di dosyaya lêpirsînê li ser wê dihate sekinandin bê ka MÎT çi qasî bi gumanbarê kujur re têkilî bi telefonê daniye û li ber ronkahiya belgeya MÎT’ê û tomarên deng, li ser wê îhtîmalî radiwestiyen bê ka MÎT çi qasî tevlî cînayeteke siyasî ya li Fransayê bûye. Ji ber ku Tirkiye agahî nedaye bê ka ev ji nav yekîneyeke MÎT’ê hatiye kirin an jî MÎT di kîjan astê de tevlê bûye, zêde bi pêş nediket. Lêpirsîn amaje bi cihêtiyên nav dewletê, geşedanên têkildarî Avaniya Paralel, gotinên Recep Tayîp Erdogan dikir û cih dida îhtîmala ku komkujî ‘’darblêxistina li koma muxalîfên li pêvajoya aştiyê’’ , ji ber ku ev jî tevlî nav dosyayê lêpirsînê bûn, Oslo û pêvajoya muzakereyê ya Imraliyê ji nêz ve dihate şopandin.
Di belgeya sewkê ya dadgehê de bi kinayî cih tê vê gotina dadger; ‘’gelek hêmanên di prosedurê de, MÎT tevlî sorkirina cînayetan bûye û amade kiriye’’ Di îdîanameyê de cih tê dayin ku gumanbarê kujer Omer Guney sîxurtî kiriye û gumanbar li Tirkiye bi kes, kesan re hevdîtinên veşartî kirine. Her wiha tê gotin, nayê zanîn bê ka ajanên MÎT’ê ev destûra meqamên bilind tevlê bûne yan, bi mebesta ku pêvajoya aştiyê biqedîninin tevgeriyane nayê zanîn. Piştî girtina gumanbarê kujer Omer Guney, Balyozxaneya Tirk a Parîsê agahî di vêmijarê de xwest, ev jî weke geşedaneke gumana zêde dike hate nirxandin.
Di pêvajoya lêpirsînê ya qediyayî de, destnîşanbûna MÎT’ê, di dîroka Fransayê de weke tiştekî nû tê nirxandin. Heta niha li Fransayê 25 cînayetên polîtîk pêk hatine ku îstîxbarata xef a welatên cuda birêxistin kiribûn. Di di yekê ji van de Fransa serwîsên îstîxbaratê yên navborî bi awayekî eşkere destnîşan nekiriye û hin gumanbarên kujer radestî welatên têkildar kiriye.
Cara pêşî ye ku meqamên edlî yên Fransiz, li ser pêkaniya ku dewleteke biyan tevlî nav cineyeta siyasî bûye yan na, zimanekî ev çend zelal bi kar tîne. Di rewşeke wiha de ku di nav çarçoweya dosyayê de dadgeh pêk bihata, ev hemû belgeyên têkildarî van têkiliyan, 5 hefteyan wê bihatana nirxandin. Gumanbarê kujer di nav vê çarçoweyê de careke dî wê bihatana rapirsîn. Gumanbarê kujer, dema ku ji holê rabû, ‘’bi hiqûqî MÎT nehata darizandin jî’’ rojev wê bibûya MÎT û li Qesra Edlî ya Fransa wê bihatana axaftin. Ji ber ku di dosyayê de MÎT nedihate darizandin, ê ku wê bihata darizandin gumanbarê kujer Guney bû. Di vê rewşê de, li gel ku dizanîbûn nexweş e jî, dirêjkirina dadgehê û di berdewamiyê de, salek û nîvê dirêjkirina pêvajoya dadgehê, beriya dadgehkirinê bi mehekê mirina gumanbar, weke ku senaryoyek be û ji destpêkê ve hatibe nivîsîn. Heta ku bimire li bendê man? An jî ji bo ku MÎT nebe rojev hate bêdengkirin? Ev pirs li bendê ne ku werin bersivandin.
Di komkujiyê de kêmasiyên Serwîsa Îstîxbaraya Fransî derkete holê?
Beriya ku kêmasî derkeve holê, divê kêmasî qere qebûlkirin. Lê ev mijar qet nexistin rojevê jî. Divê em diyar bikin ku li vir ne tenê kêmasî îstîxbarata Fransiz lê ya hemû welatan heye. Kujer ji Elmanya hatibû. Têkildarî rabirduya kujer, xebatên wî yên li Elmanya, piştre têkiliya wî ya bi endamên MÎT’ê re ku piştre li Elmanya hatin gritin, îstîxbarata Elmanya têkildarî dosyayê tiştek par ve nekir. Serwîsên dij-terorê yên Fransiz, dema ku li mala gumanbarê kujer lêgerîn dikirin, gelek delîlên di pêvajoya dosyayê de hatin nixumandin. Li ser lêdana bi mebesta ku têkildarî gumanbarê kujer Omer Guney di dest wan de dane hene yan na, bêbersiv hatine hiştin. Piştre 90 rûpel têkildarî paşeroja sê jinên Kurd, xebatên wan ên li saziyan, radestî dagehê hatiye kirin, lê qet nayê xwendin. Ji ber ku bi hinceya xefmayina agahiya dewletê, li ser wan xetên reş hatine lêkirin, li ser 90 rûpelî.