Li ser sînorê Wan-Îranê 120 kes hatin qetilkirin!
12:29 23.12.2013 1 / 3 HASAN YOLDAŞ
WAN (DÎHA) - Welatiyên di sînorê Wan-Îranê yê 285 kîlometreyî de bazirganiyê dikin dibin hedef. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Hamdî Bayhan got ku ji pêvajoya AKP bûye desthilat qetilkirinên ser sînor zêde bûne û di 10 salên dawî de nêzî 120 welatî ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin.
Jiyana welatiyên di sînorê Wan-Îranê de bazirganiyê dikin tune tê hesibandin. Qetilkirinên di 10 salên dawî de pêk tên û der barê wan de ku tu darizandin pêk nayê dide nîşandan bê çi qasî qîmet didin jiyana mirovan. Têkildarî mijarê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD)'ê Hamdî Bayhan diyar kir ku li gor agahiyên fermî kesên hatine qetilkirin 93 ne, lê belê li gor lêkolînên wan nêzî 120 kes li ser sînor hatine qetilkirin.
'Li ser sînorê Wan-Îranê de qetilkirina mirovan bûye qaîde'
Bayhan diyar kir ku leşker û çeteyên sivîl dixwazin wergiyê ji welatiyên bazirganiya sînor dikin wergirin û yên qebûl nakin qetil dikin. Bayhan da zanîn ku di qetilkirina Mehmet Nûrî Tançoban û Nesîm Zengîn de jî bi vê mijara wergîkirinê re rû bi rû hatine û herî zêde yên tên qetilkirin welatiyên ku hîn di temenê zarokatiyê de ne. Bayhan axaftina xwe wiha domand: "Nêzî sed mirov bi vî awayî hatin qetilkirin. Herî dawî welatiyê kurd ê bi navê Senar Xalibî di meha Cotmehê de li meydana gundê Kapikoy ê girêdayî navçeya Mehmûdî ya Wanê hat qetilkirin, tevî ku karîbûn wî bi saxî jî bigirin. Qetilkirina mirovan li ser sînorê Wan-Îranê bûye qaîde."
'Qetilkirinên li ser sînor tenê bi dadgehkirin û cezakirinê wê bi dawî bibin'
Bayhan anî ziman, sedema qetilkirinan ev e ku kesên qetil dikin nayên dadgehkirin û cezakirin û desthilatdarî ser wan qetilkirinan dinixumîne. Bayhan axaftina xwe wiha domand: "Eger yek ji kesên ev qetilkirin pêk anîne derxistibana pêşberî dadgehê û û ceza kiribana wê ev qetlîam rawestiyabana. Ên van qetlîaman pêk tînin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên parastin. Yekane çareserî ev e ku fail bên dadgehkirin û cezakirin."
(yş/mae)