'Li ser zarokên kurdan komkujiya sipî tê meşandin'
Berdevkê TZP-Kurdi Mehmet Şahîn, têkildarî serdema nû ya hîndekarî û perwerdehiyê sala nû, diyar kir ku zarokên kurdan li dibistanên pergalê asîmîle dibin û wiha got: "Divê zarokên kurd zarokên xwe neşînin dibistanên pergalê. Li dibistanên Tirkiyeyê 90 salin li dijî zarokên kurd komkuijya sipî tê meşandin. "
Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan û sersala nû ya hîndekarî û perwerdehiyê bertekên saziyên kurdan ên li dijî perwerdehiya bi zimanê tirkî û pergala 4+4+4'an zêde dibe. Li gel bertekên zêde dîsa hikûmeta AKP'ê bertek û daxwaziyên welatiyan li ber çavan negirt û li gorî we pergala perwerdehiyê dixe meriyetê. TZPKurdî jî li hemberî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û ji malbatên kurdan xwest ku zarokên xwe neşînin dibistanê.
Berdevkê Tevgera Perwerdehî û Zimanê Kurdî (TZP-Kurdi) Mehmet Şahin, diyar kir ku piştî hikûmeta AKP'ê bû îxtîdar û heta niha mudaxaleyî pergala perwerdehiya Tirkiyeyê kir û bêtir polîtîkayên bişaftinê pêş xist. Şahîn, anî zimann ku hikûmetê pergala daraz, leşkerî û perwerdehiyê xist min kontrola xwe û niha jî bi pergala 4+4+4'an dixwaze pergala perwedehiyê li gorî xwe pêş bixe. Şanîn da zanîn ku du aliyê pergala 4+4+4'an heye û wiha got: "Bi vê projeyê dixwaze asimilasyona li hemberî kurdan pêş bixe. Dîsa dixwaze rê li pêşiya Îmam Hatipan veke. Ewil dibistanên Îmam Hatîpê ji Lîseyê dest pê dikir, lê niha ev yek daxistin. Bi pergala 4+4+4'an a perwerdehiyê êdî zarok dê ji 5 salî de têkevin nava pergala cemaetê. Ewil dibistanan zarokên kurdan di 7 salî de asîmîle dikirin, lê niha dê di 5 salî de zarokan ji ziman û her tiştê wan dûr bixin."
'Di hişê xwe de dixwazin kurdan tune bikin'
Şahîn, destnîşan kir ku li dibistanên Tirkiyeyê 90 salin li ser zarokên kurdan "komkujiya sipî tê meşandin" û wiha got: "Ev komkujiya sipî niha ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê dest ji hişmendiya tunekirina kurdan bernedaye. Her tim bi hiş û feraseta dê çawa kurdan înkar bikin, Kurdan tune bikin tev digerin. Ji ber vê yekê polîtîkaya bişaftinê ji 7 salî daxistin 5 saliyê. Serokên dewletê her ku diaxivin behsa mafên mirovan û heqê mirovan dikin. Lê di pratîka wan de tu gavên çareseriyê tune ne. Mafê kollektif înkar dikin. Perwerdehiya zimanê zikmakî red dikin. Ji ber ku her tim di hişê wan de tunekirina kurdan heye."
'Saziyên perwerdehiyê wekî aşê asimilasyonê ye'
Şahîn, destnîşan kir ku heta niha hemû hikûmetên hatine Tirkiyeyê destûr nedaye ku kud bigêjin mafê xwe yê civakî û kolektif û wiha dawî li axafina xwe anî: "Em dê li dijî hemû polîtîkayên înkar û îmhayê têbikoşin. Li Tirkiyeyê saziyên perwerdehiyê 90 salin li ser kurdan polîtîkayên asimilasyonê dimeşînin. Bi riya ziman û perwerdehiyê polîtikayên înkarê pêş dixin. Divê êdî kurd zarokên xwe neşînin van dibistanan. Divê kurd zarokên xwe ji van polîtîkayan re nekin pêlîstok. Divê êdî zarokên kurdan travmayan nejîn. Ewil di 7 saliyê de niha di 5 saliyan de asîmile dikin. Em vê pergalê qebûl nakin. Em dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin.
(mae)