Li ser Çemê Dîcle tedbîr neyên girtin..!
Heke li ser Çemê Dîcle tedbîr neyên girtin....!
Ji ber bermayiyên ocaxên xîzê Çemê Dîcle gelek taluke dibe. Serokê Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Samet Ucaman têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Heke tedbîr neyên girtin em dê Çemê Dîcle winda bikin." Zarokên dikevin avê jî ji ber çem qirêj dike xwestin ocaxên xîzê bên girtin.
Çemê Dîcle yê ku navê wê yê berê Tîgrîs û hezar û 900 kîlometre dirêjahiya wê heye û ji 2 cemên Mezopotamyayê nîşan dide yek e ji ber ocaxên xîzê ên li ser berava wê hatin avakirin rastî taxrîbat û qirêjiyê tê. Ji ber germahiya havînê piranî zarok gelek welatî ji bo hinkahiyê dikevin çem û qirêjiya çem jî talukeyan bi xwe re tîne. Zarokên li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê dikevin Çemê Dîcle ji laşê wan de şewat, sorbûn pêk tê bi xwe re rîsak nexweşiya tîfoyê tîne. Serokê Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Samet Ucaman, diyar kir ku têkildarî parastina çem de tenê li Bîsmîlê dest pê kir û çem bi tu awayî nayê parastin û wiha got: "Di aliyê zagonî de tu parastin tuneye. Muhatabê van mijaran Îdareya Taybet a Bajar û Miduriyeta Çandîniyê ya bajar e." Ucaman, anî ziman ku Îdareya Taybet a Amedê ruhseta ocaxên xîz dide û niha li ser Cemê Dîcle bi giştî 35 ocaxên xîz hene û wiha axivî: "Ocaxên xîz dibe sedema xirabûna Cemê Dîcle. Avadan zeviyan a nezanîn heye. Ev yekê bi xwe re ji axê re sedîmantasyonan tîne û dibe sedema guherîna Cemê Dîcle a faunanun û floranan."
'Heke tedbîr neyên girtin...'
Ucaman, da zanîn ku di demên dawî de nîqaşên hişkbûna axê tên kirin û di Cemê Dîcle de xirabûnên gelek cidî pêktên. Ucaman, bilêv kir ku têkildarî mijarê de bi wezaretên parastina hewirdorê re civîn pêk anîn û wiha pê de çû: "Di civînan de ocaxên xiz ên li ser Çemê Dîcle hatin avakirin zirareke mezin didin xwezayê. Têkildarî sererastkirina ocaxên xîz de tu tişt pêk nehat. Ocaxên xîz herîkian xwezayê asteng dike. Zirarê dide zîndewanên di Çemê Dîcle de. Divê demildest Çemê Dîcle bê parastin. Heke ji ber qirêjbûnê em dê Çemê Dîcle winda bikin."
'Êdî bila Çemê Dîcle neyê qirêjkirin'
Pispora Nexweşiyên Enfeksiyonê Serda Gulsun, têkidlarî nexweşiyên li ser zarokên dikevin ava çem a qirêj agahî dan û diyar kir ku li ser zarokên dikevin avê nexweşiyên enfeksiyonel hatin dîtin û wiha got: "Bi avê avê re vîrus, bakterî, mantar û parazîtler diçin. Di nav gel de nexweşiyên weke tîfo, hepatît A û E gelek tên dîtin." Gulsun, anî ziman ku li herêma Amedê parazîtên weke kil kurdu û ji van mîkroorganîmaya gelek taluke di avê det tên dîtin û wiha axîvî: "Zarokên hêza wan kêm hêj bêtir di bin talukeyê de ne. Di mehên havînê de ev mîkrop hêj bêtir zêde dibin. Divê zarok nekevin ava qirêj. Divê avê neyê qirêjkirin, bermayiyê fabrîqeyan û ocaxên xîz ên bi madeyên kîmyevî nekevin çem. Bi taybet hevînê ev hêj bêtir taluke dibin."
'Bila ocaxên xîz bên girtin'
Zarokên guh nadin ava qirêj û nexweşiyan dîsa dikevin çem. Zarokên dikevin avê gotin, "Em gelek caran nexweş dibin. Bila deriyê wan ocaxên xîz bigirin û em ji ber qirêja ji wir tên nexweş dibin."
(bd)