Li Serhedê bi sedan gorên komî
Li Serhedê bi sedan gorên komî li benda vekirinê ne
Li herêma Serhadê di şer û pevçûnan de cenazeyên sedan endamên PKK'ê bi komî hatin definkirin. Li gel ku şahidên van gorên komî hene jî hêj nehatine kolandin. Gorên komî hinek ji wan li Motkî, Tetwan û Payizava hatine vekirin, lê bi sedan gorên din li benda vekirinê ne.
Li Botan, Serhat, Garzan, Amed û gelek herêmên din di şerê 30 salan de bi hezaran welatî ji malên xwe û kolanan hatin revandin û windakirin. Dîsa di şerê navbera PKK'ê û TSK'ê de bi sedan endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan bi komî hatin definkirin. Bi taybetî di sala 1990'an tîmên taybet, cerdevan û endamên JÎTEM'ê hem welatî înfaz kirin û hem jî di şerê li hemberî PKK'ê de bi sedan endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan bi komî defin kirin. Heta niha gelek şahidên bûyer û gorên komî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê û Colemêrgê dan û xwestin gorên komî bên vekirin. Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrgê piştî li herêmê lêkolîn kir, cihê sedan gorên komî aşkere bûn û li benda abiryara dozger û vekirinê ne. Tenê li navçeya Motkiya Bedlisê di 5'ê Çileya 2011'an de li qada Fermandariya Cendirmeyan a Motkiyê kolandin hat kirin û di kolandinê de hestiyê 9 jê sivîl 12 kesan derket holê. Disa di kolandina duyemîn de li sergoyê fermandariya Cendirmeyan de hestiyê 8 kesan derketibû holê. Sala par jî ji bo gora komî ya li gundê Dim'ê yê herêma Çiyayê Reş ya navçeya Payizavaya di sala 1994'an de 48 endamên PKK'ê bi komî hatibû definkirin hat dîtin. Li herêmê herî zêde gorên komî li Bedlisê hene. Li gorî serlêdan û raporên ÎHD'ê tê gotin ku nêzî 400 gorên komî li herêma Bedlîsê hene. Wekî dojeha gorên komî jî jî tê zanîn. Bi taybetî di serdema Dogan Gureş û Serokwezîr Tansu Çiller de li herêma Tetwan, Motkiyê wekî navenda lêpirsînê dihat zanîn. Li gorî girtekên dozgerî û Şaredariya Motkiyê di sala 1999'an de li Motkiyê cesedê 15 kesan hatin definkirin. Di sala 1995'an de gundê Alpertê yê Bedlisê cenazeyê 27 endamên PKK'ê bêyî otopsiyê bi komî hatin definkirin. Dîsa li Wan, Colemêrg û Agiriyê şahidên gelek gorên komî hene û li benda vekirinê ne. Li navnavçeya Hîzana Bedlîsê gora 8 endamên PKK'ê yên di sala 1994'an de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû dîtin. Tê gotin ku li vê gorê cenazeyên endamên PKK'ê Tufan Aydın (Rubar), Osman Taş (Şiyar) û edamê PKK'ê yê bi kod navê Welat jî di nava 8 kesan de heye.
Li Colemêrgê jî gelek gorên komî hene
Li qada Azadiyê ya Colemêrgê jî tê gotin ku gelek gorên komî hene. Li gorî şahidan tê zanîn ku cenazeyên 8 PKK'iyan li vir hatine definkirin. Dîsa di sala 1993'an de 5 endamên PKK'ê piştî hefteyekî li çîftilak mirîşkan hatin hiştin li tenişta rê bi komî hatin definkirin. Di şerê navbra PKK'ê û leşkerên Tabûra Rûbarokê de jî tê gotin ku 130 endamên PKK'ê di nava sinorê tabûrê de hatin definkirin. Li gundê Ormancika Rûbarokê 12 cerdevanên gund di sala 1994'an de hatin kuştin û li tabûrê hatin definkirin. Dîsa li gundê Bênavokê yê Şemzînanê cenazeyên 8 endamên PKK'ê yên bi navê Ahmet Kesip û Leyla Yavuz jî di navde hene bi komî hatin definkirin. Li herêma Golagewrê ya gundê Berwarê jî cenazeyên 2 endamên HPG'ê bi gorî hatin definkirin.
Herêma Wanê jî wekî goristana gorêm komî ye
Li gundê Dimê yê navçeya Payizava ya Wanê di sala 1994'an de di şerê Çiyayê Reş de 6 jê jin 48 endamên PKK'ê ji yana xwe ji dest dan û bi komî hatin definikirin. Li gel ku ÎHD'a Wanê serî li Dozgeriya Komarê ya Wanê dan jî hêj gor nehatiye vekirin. Dîsa li gundê Kirapetê di sala 1997'an de gora komî ya Dr. Hatice jî di navde gora kamî heye. Li sêgoşeya Westan Saray û Şaxê jî di 12'ê Cotmeha 1998'an de şer derket û 6 endamên PKK'ê bi gorî hatin definkirin.
Di sala 1998'an de li li navçeya Şaxê ya Wanê di navde Civaknasa Alman Andrea Wolf jî heye 41 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û li herêmê bi komî hatin definkirin. Sala par heyeta ÎHD'ê çûn gundê Kelehê lêkolîn kirin. Heyet rastî dîmenên havîtiyê hatin û dîtin ku şikeft bi dînamîtê hatiye hilweşandin û cenaze perçe perçe bûne. Andrea Wolf jî di navde 41 endamên PKK'ê li cihê bûyerê bi komî hatibûn definkirin.
Li Îdirê jî gora 14 kesan heye
Li gundê Qulpê yê Îdirê di sala 1994'an de şer derket û di şer de 16 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên 14 kesan bi komî hatin difinkirin. Şahidê bûyerê Fahrettin Maman, diyar kir ku leşkeran cezane bi kepçeya şaredariê definkirin. Di sala 1994'an de li geliyê Guzeldere ya Qaxizmanê şer derket û di şer de 4 jê jin 16 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn
Rêveberên ÎHD'a Wanê diyar kirin ku bihatina baharê re dê dîsa serî li dozgeriyê bidin.
(mae)