1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Serêkaniyê amadekariyên meşê
Li Serêkaniyê amadekariyên meşê,li,serêkaniyê,amadekariyên,meşê

Li Serêkaniyê amadekariyên meşê

A+ A-

RIHA (DÎHA)- Li Serêkaniya Serxetê amadekariyê Meşa li derbarê Rojava bi pêşengiya BDP, KCD,DOKH û Saziyên Civakî yên Sîvîl temam bû. Di çalakîyên salên berê de polîsan her dem li herêma Kepezê astengî derdixist û dorpêç dikir, îsal li herêma çalakiyê aramî balê dikşîne. Girseya ku li navenda Riha û navçê wê bê Serêkaniyê wê li têketina Serêkanîyê bigehîjin hev û bi girseyî bikevin nava Serêkaniyê.

Li Serêkaniya Serxetê "Meşa Pişgiriya Rojava"ku bi pêşengiya BDP, KCD,DOKH û Saziyên Civakî yên Sîvîl di saet 17.00'an de bê dest pêkirin li navçeyê bê dengî serdeste. Meş wê li Parka 3 Fîdanê destpêbike û berbi Dortyolê ve bimeşe û dîsa vegerê Parka 3 Fîdanan. BDP'ê xwest li Parkê 3 Fîdanan platform saz bike, di dema sazkirinê de li navbera BDP'ê û polîsan de niqaş derket. Polîsan biryara qedexekirina walî wek hîncet da ravekirin ne dihîşt platform bê sazkirin, bi hatina Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan platform hat sazkirin. Pîştî amadekarîyê meşê BDP'yî li hêvya hemwelatîyên ku li navçêyên Rihayê bên man.

Hevserokê BDP'ê yê Giştî Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Nazmî Gur û Îbrahîm Bînîcî tevli meşê bibe.yeya anha li berê meşê tu rewşekî awaerte nehatî jîyandin. Di çalakîyên salên berê de polîsan her dem li herêma Kepezê astengî derdixist û dorpêç dikir, îsal li herêma çalakiyê aramî balê dikşîne. Hemwelatiyên ku li Navenda Riha, Pirsûs, Bîrecîk, Halfetî û Bozova, Sêwreg û Hîlvanê bên jî de di saet 16.00 de li Wêranşarê bên gel hev û bi awayekî girseyî bên Serêkaniyê.

Li gorî nûçeyê Ajansa Nûçeyan ya Hawarê (ANHA) YPG'ê doh şev li Til Xelefê li hember çeteyan operasyan lidarxist.

(my/ça)