Li Serêkaniyê lîstikên 'hilbijartina giştî' destpêkirin
ÎBRAHÎM POLAT
RIHA (DÎHA) -Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji avabûna wê heya niha ji sedî 90 bêtapuye û di serdemên şaredariyên BDP'ê de gelek caran ji bo welatiyan pênûme hatin amadekirin lê bi hincetên cuda ji aliyê AKP'ê ve hatin redkirin û piştî şaredariya wan hate ser kar vê carê ji bo radê pêşnûmeyua tapuyê girt dest. Pêşnûmeya pirsa "razemeniya hilbijartina giştî dikin" anî hişên mirovan û mulkên 32 salin kiraya wan tê dayîn dîsa ji nû fe dê buhayê wan bê diyarkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê gelek avahiyên di nav de qeymeqamtî, şaredarî û midûriyeta polîsan jî hene li ser eraziyê xizînê hatine çêkirin û bêruxset in. Serêkaniyê ji sala 1984'an ji nîştecihbûnê re hate vekirin û di sala 1982'an de jî bû navçe. Ji 10 hezar meskenan tenê 500'an tabûya wê heye.
Ji bo razemeniya hilbijartinê tabûyan belav dikin
Navçeya xwediyê 11 hezar hektar qadê di sala 1976'an de tenê hezar hektar hatin tabûkirin. Li gorî zagona hejmar 4706'an a di sala 2001'an de hate qebûlkirin taxa Ankara ya navçeyê 193 parselên kadastoryê û li gorî madeya 5 a zagona hejmar 4706'an de malên ayîdî xizînê yên neyên birin ewil ji xwediyên avahiyan re li gorî zagonî û akdiyeyan li gorî qîmeta metrekareyê dewrî şaredariyê hatibû kirin. Erazî li gorî pereyê îro 180 TL. hatin firotin û Wezareta Maliyeyê ji şaredariya BDP'ê ya wê demê re 2 mîlyon û 140 hezar TL. deyn derxistibû û wezaretê bi hinceta "takdîma kiymetê" doz li şaredariyê vekirbû. Şaredariya BDP'ê ligel hemû neyîniyan ji 256 wlatiyan re tabû dabûn û karên tabûyêyên 3 taxan jî bi temamî xilasbûne lê ev li gorî menfaatên welatiyan na AKP weke şantaja AKP'ê bikartînin.
Di dema hilbijartinê de şantaj kiribûn
Pênûmeya zagonî ya ji bo çareseriya pirsgirêkê ji aliyê Şaredariya BDP'î ya Serêkaniyê ve hatî amadekirin her tim rastî astengiya hikûmetê hat. Ji welatiyên mal û karkerên wan li ser eraziyên xizînê ne cezayên pere dan û ligel vê yêkê ji şaredariyê re ceza hatin birîn. Piştî AKP'ê bi dek û dolaban şaredarî bi dest xist proje ji bo rantê careke din xistin dewreyê.
Çima navê şaredar na navê wekîl derbas dibe?
Duh di çapemeniya alîgir de nûçeyên weke "Pirsgirêka tapu ya Serêkaniyê çareser dibe" hatin weşandin û di nûçeyan de navê şaredarê AKP'ê derbas nebû. Di nûçeyan de navê wekîlê AKP'ê Abdulkerîm Gok ê ku di hilbijartinan de li hemberî welatiyan şantaja "di hilbijartinê de deng bidin AKP'ê em dê çareser bikin" pêk anî derbas dibû. Ji ber navê wî derbas dibû amadekariyên hilbijartina giştî dikin hate şîrovekirin.
Bi salane kirayê didin dê dîsa pere bidin!
Her çiqas Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Guvenç bêje, "Em dê pirsgirêka navçeya me ya 50 salin berdewam dike çareser bikin. Arazî dê dewrî şaredariyê bên kirin. Pirsgirêkên erazî yên tên jiyîn çareser bikin. Welatan mexdur nakin" dîsa welatî dê mexdur bibin. Ji ber ku welatî bi salane kirayê didin û dê dîsa ji bo tapuyê pere bidin.
(bd/wk)