1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Serêkaniyê peymengeha zanista perwedeyê hate vekirin
Li Serêkaniyê peymengeha zanista perwedeyê hate vekirin,li,serêkaniyê,peymengeha,zanista,perwedeyê,hate,vekirin

Li Serêkaniyê peymengeha zanista perwedeyê hate vekirin

A+ A-

SERÊKANIYÊ – li bajarê Serêkaniyê duyemîn peymangeha zanist û perwerdehiyê hate vekirin.

Bi munesabeta nêzîkbûna 15‘ ê Gulanê roja Zimanê Kurdî, her wiha ji bo bîranîna têkoşer Ferzad Kemanger, Desteya Perwerdeya ya Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdê (TZP) peymangeha zanist û perwerdeyê li bajarê Serêkaniyê vekir. Vekirina peymangehê bi merasîmekê pêk hat.

SRK-VEKIRINA-DUYEMIN-PEYMANGEHA-ZANIST-U-PERWERDE-LI-CIZIR

Merasîm bi beşdarbûna Serokê Desteya Perwerdeya ya kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo, Hevserokên Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ên kantona Cizîrê Nesrîn Doko û Mezlûn Hesan, her wiha bi dehan welatiyan bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Serokê Desteya Perwerdê Mihemed Salih Ebdo axivî û roja Zimanê Kurdî li hemû mamosteyan pîroz kir. Ebdo destnîşan kir ku armanca vekirina peymangehê amadekariya mamosteyên zimanê kurdî ye û bilindkirina asata wan a di anva xebatan de ye û ji ciwanan xwest ku tevlî xebatên peymangehê bibin.

2015-05-09-SRK-VEKIRINA-DUYEMIN-PEYMANGEHA-ZANIST-U-PERWERDE-LI-CIZIRE _(222977223)_ __

Di merasîmê de her wiha Rêveberê Tevgera Ziman û Perwerdê Dildar Mihemed û Hevserokê Tevgerê Mazlûm Hesam axivîn û têkoşer Ferzad Kemanger beriya 5 salan tevî hevalên xwe bi destên rêjîma Îranê hate darvekirin bibîr anîn û roja zimanê kurdî li gelê kurd pîroz kirin. Rêveberên TZP’ê her wiha destnîşan kirin ku vekirina peymangehê gaveke sereke ya di riya pêşxistina zimanê kurdî û mamosteyane.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Welat stran, govend û şano pêşkêş kirin.

Di dawiya merasîmê de peymangeh ji aliyê dayika şervanê YPG’ê Elî Şêx Dawid ê sala 2013‘an li di şerê li dijî çeteyan jiyana xwe ji dest dabû, hate vekirin.

Hêjayê gotinê peymangeha yekem a zanistên perwerdehiyê di 11‘ Nîsana bûrî de li bajarê Dêrik hate vekirin.

(bb/dc)

ANHA