Li Serêkaniyê serdagirtina malan
A+
A-
RIHA (DÎHA) - Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê serê sibê polîsan bi ser 30 navnîşan û malan de girt. Hate hînbûn ku di serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê serê sibê seat di 04.00'an de polîsan bi ser gelek navnîşan û malan de girt. Tîmên taybet, polîsên sivîl û yên fermî tevlî serdagirtina bûn û hate hînbûn ku gelek kes hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku li hemberî kesên piştî hilbijartina 30'ê adarê yên li hemberî hileyên AKP'ê derketin û çalakî li dar xistin operasyon hate lidarxistin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê dê pişt re bibin Şaxa TEM'ê ya Rihayê.
(bd)
Bêjeyên Miftehî li,serêkaniyê,serdagirtina,malan