1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Silopiyê konê çareseriyê vegirtin
Li Silopiyê konê çareseriyê vegirtin,li,silopiyê,konê,çareseriyê,vegirtin

Li Silopiyê konê çareseriyê vegirtin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bi pêşengtiya Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd "Konê Çareseriya Demokratîk" hate vedan. Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê jî bi sedan kes çûn serdana konan.

Piştî Amed, Êlih, Qoser, Nisêbîn û Cizîrê li Sîlopiyê ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd "Konê Çareseriya Demokratîk" hate vedan. Bi sedan kesên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn ber bi Kolana Hunerê meşiyan û kon vekirin. Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê Bahattîn Alkiş, Şaredar Emîn Togurlu, MEYA-DER, KURDÎ-DER û endamên Meclîsa Jinan a Sîlopiyê jî di nav de bi sedan kes beşdarî vekirina kon bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê Bahattîn Alkiş daxuyaniyek da û diyar kir ku ev konê ku ji aliyê dayîkên kurd ên ku di şerê 30 salan de êşên herî mezin kişandine ve hatiye vekirin divê ji aliyê hemû derûdorên demokratîk, rêxistinên sivîl ên civakî ve bê ziyaretkirin.

Şaredar Emîn Togurlu jî, dest nîşan kir ku divê operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Şaredar Togurlu, bang li Serokwezîr Tayyîp Erdogan û Serokomar Abdullah Gul kir û wiha berdewam kir: "Destên aştiyê yên ku gelê kurd dirêj dike bigirin, dengê gelê kurd bibîhîzin. Jênegerên gelê kurd ên weke daxwaza nasnameyê, çand û hebûnê nas bikin. Ev daxwaz mafên kurdan ên demokratîk in. Ji ber vê yekê em ê heta dawî li ber xwe bidin.

MÊRDÎN

Li Nisêbînê bi sedan kes çûn serdana "Konê Çareseriya Demokratîk" a ku duh polîsan bi serde girtibûn. Li Qoserê jî gelek kes çûn serdana "Konê Çareseriyê." Piştî bi serdegirtina "Konê Çareseriya Demokratîk" nisêbînî herikin kon. Heta saetên dereng ên şevê li kon govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Bi nîqaş û axaftinan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin. Li aliyê din ji 5 kesên ku di encama serdegirtinê re hatibûn binçavkirin jî 2 kes hatin berdan. Selahattîn Tekîn, Omer Guler û Ridvan Akkuş jî çav li rê ye ku derxin dozgeriyê.

Qoserî ber bi kon ve meşiyan

Li Qoserê ji taxên Tepebaşi û Bahçeliyê bi sedan kesên ku êvarê hatin ba hev ber bi "Konê Çareseriyê" ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Li kon bi navê "Xweseriya Demokratîk" panelek hate lidarxistin. Endamê Akademiya Siyasetê ya Qoserê ya BDP'ê Abdullah Akkoyun û Abdullah Akîkkol axivîn û diyar kirin ku pirsgirêka kurd ancax bi "Xwseriya Demokratîk" dikare bê çareserkirin.

(sa/mae)