Li Silopî ji bo kurdên êzidî maseya qrîzê
ŞIRNEX (DÎHA) - Ji bo kurdên êzidî yên ji ber komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê reviyane û hatine Silopiyê li avahiya PHD'ê ya Silopiyê civîn hat lidarxistin û maseyê qrîzê hat avakirin.
Li Şengalê piştî ku PKD'ê pêşmergeyên xwe paşve kişandin, çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîş birin ser Şengalê û li ser kurdên êzidî komkujî pêk anîn. Ji bo kurdên êzidî ku ji ber komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê reviyane û hatine Silopiyê seferberî hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de li avahiya PHD'ê ya navçeya Silopiyê bi tevlîbûna Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz civînek hat lidarxistin û biryara avakirina maseyê qrîzê hat girtin.
Di civînê de Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz bi awayekî tund êrîşên û komkujîyên çeteyên DAÎŞ'ê şermezar kir û wiha axivî: "Çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî civaka kurd, zarok û jinan qetil dike. Em bi awayekî tund van êrîşan şermezar dikin. Bi rastî rojeva me hilbijartinên Serokomariyê bûn û îro di bernameya me de xebatên hilbijartinê hebûn, lê ji ber vê rewşa awarte bi temamî rojeva me hate guhartin. Ji bo pêdiviyên gelê me yê ji Başûrê Kurdistanê werin bi cih bên, maseyê kirîzê hatiye avakirin. Dibe ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de şehadeta ciwanên kurd çêbibe, lê bila neyê ji bîrkirin ku her şehadetek wê pêşiya komkujiyeke li ser gelê kurd bigire." Sariyildiz di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina Kurdên Êzidî kir.
Piştî axaftinan pêşniyarên gel hatin stendin û cîvin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(no/ea/bd)