Li Silêmaniyê derketina derve hat qedexekirin
Silêmanî, 17 Sibat (AKnews) – Jêderekî ji parêzgeha Silêmaniyê ragihand, bo asayîkirina rewşa ewlehî ya bajêr piştî xwepêşandana îro, ji demijmêr 7:00 heta 19:00 derketina derve hat qedexekirin.
Xopeshandani Slemani 17/2Berpirsê Ragihandinê yê parêzgeha Silêmaniyê Tuwana Elî Kemal, ji AKnewsê re got, Parêzgarê Silêmaniyê Behrûz Mihemed Salih, ku di heman demê de berpirsê yekem ê ewlehiya parêzgehê ye, biryar da, hatin-çûyîn ji 7:00 heta 19:00 bê qedexekirin.
Kemal, diyar kir, mebest ji vê biryarê, asayîkirina ewşa aloz ya ku îro di xwepêşandanê de rû da, ye.
Li bajarê Silêmaniyê, îro xwepêşandanek ji aliyê Tora Parastina Maf û Azadiyên Gel ve hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê de, ku bi mebesta piştgiriya şoreşa Misr û Tûnisê hatibû lidarxistin, ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hat xwestin, reforman pêk bîne û li dijî gendeliyê derkeve.
Piştre, dema xwepêşandêran, bi keviran êriş birin ser avahiya Liqê 4 ê PDKê, pasewanan teqe li wan kirin û di encamê de, kesek hat kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.
(AKnews)