1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Silêmaniyê konsera piştgiriyê
Li Silêmaniyê konsera piştgiriyê,li,silêmaniyê,konsera,piştgiriyê

Li Silêmaniyê konsera piştgiriyê

A+ A-

Konserên ji bo piştgiriya gelê wanê li Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Piştî li Keler û Hewlêrê konser hatin dayîn li Silêmaniyê jî bi beşdarbûna sedan kesan konser hate dayîn.

Kampaniya Çetir a li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriya gelê Wanê ên maxdûrê erdhejê bi konseran didome. Piştî li Keler û Hewlêr konser hate dayin, li hola Telarê Hûner a Silêmaniyê jî bi beşdariya Şaîrê mezin Şêrko Bêkes, hûnermend Behroz Tewekulî, Canê, Çopî Feteh û Kawa ve konserek hat li darxistin. Beriya ku konser destpêbike berpirsê Kampaniya Çetir Kemal Hemeriza axaftin kir. Hemeriza bal kişan ser zor û zahmetiyên ku gelê Wanê dijî. Hemerîza, anî ziman ku gelê Wanê hêj pêdiviya wî bi alîkariyê heye û ji ber vê yekê bi Kampaniya Çetir ve alîkariyê dikin.

'Divê her kes ji bo mirovahiyê alîkarî bidin'

Kemal Hemeriza bal kişand ser astengiyên ku asayişê ji bo di konsera Kelar de derxist û wiha got: “Pêwîsbû ku ji bo konserek bi armanca alîkariyê hatiyê amadekirin, her kesê ku baweriya wî bi mirovahiyê heye û li beramberî êşê ku gelê me yê Wanê di mercê herî zahmetde vê zivistanê jiyan dike dilê wan bi rahmba li şûna astengî pêwîstbû ku alîkarî daban. Lê mixabin hîn li vê herêmê em nizanin alîkarî çiye û ji bo kê alîkarî tê dayîn”

'Ez bi beşdariya vê konserê pir kêfxweş im'

Hunermenda kurd Çopî Feteh jî li ser van konseran hestê xwe anî ser ziman û got: “Dema ku ji bo konseran ji min re hat gotin ez pir keyfxweş bûm. Ji ber ku em wek hûnermend ne tenê di demê keyfxweşiyê pêwîste di her demê de em li gel gelê xwebin. Ji ber vê yekê jî min bê beramber ev daxwaza Kampaniya Çetir qebûl kir. Ez ji bo armancek wisa pîroz bi hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê pir keyxweşim.” Di berdewama konserê de her hûnermendê derket ser dikê dilsoziya xwe ji bo gelê Wanê anî ziman. Konser heya derengê şevê berdewam kir. Di konserê de sendoqê alîkariyê jî hate dayîn. Gelê ku beşdarî konserê bûn, li gor derfetê xwe alîkariya xwe avêtin sendoqan. DÎHA (mae)