Li Silêmaniyê pîrozbahiya rojbûyîna Ocalan
Li Silêmaniyê bi mûnasebeta 63'emîn salvegera Rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şahiyek hate organize kirin
Li Silêmaniyê bi mûnasebeta 63'emîn salvegera Rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şahiyek hate organize kirin. Di şahiyê de paste hate birîn û darên zeytûnê hatin çandin.
Li Silêmaniyê ji aliyê rêxistinên Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK’ê û Tevgera Hemwelatiyên Azad ve bi mûnasebeta 63'emîn Rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrozbahiyek hate li darxistin. Pîrozbahî li ser riya Bazyan û Silêmaniyê pêk hat. Di pîrozbahiyê de beşdaran darên zeytûnê çandin. Piştî çandina daran berpirsê PÇDK’ê yê bajarê Silêmaniyê Mihemed Abdullah axaftinek kir û 4’ê Nîsanê pîroz kir. Abdullah, diyar kir ku roja ji dayikbûna Ocalan roja şiyarbûna gelê Kurd e û wiha got “Ocalan bi tekoşîna azadiyê li her çar parçeyan yekîtiya gelê Kurd saz kir. Hêvîdarim ku wê ev roj bibe sedema azadiya gelê me.” Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PÇDK’ê Dayika Direxşan jî axaftinek kir û da zanîn ku gelê kurd bi destpêkirina tekoşîna azadiyê gelek berdêlên mezin dane û bûye xwedî şehîdan. Dayika Direxşan wiha axivî: “Rêber Apo bi xwedî derketina rêça şehîdan tekoşîna azadiyê bilind kir û gehande vê qonaxê. Dive em jî xwedî li vê rêca pîraz derbikevin.”
Piştî axaftinan pasteya hatibû amadekirin hate birîn û beşdarên pîrozbahiyê stran gotin û govend gerandin. Pîrozbahî bi duruşmên “Bijî Serok Apo", "Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” bi dawî bû.
(sf/mae)