Li Silêmaniyê çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê didomin
Roj News - SILÊMANÎ Nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê didomin. Ev 28 roj in berxwedana gelê Kurd li hemberî çeteyên DAIŞ’ê didome. Bi armanca şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê û piştgiriya ji bo Kobanê, duh êvarê saet 05.30’an xwepêşandanek bi meşale li bajarê Silêmanî ji aliyê ciwanên welatparêz ve hat lidarxistin. Meşa meşaleyî li gel Baxê Giştî yê Silêmaniyê destpê kir, bi amadebûna hemû çîn û pêkhateyên civakê bi sedan kes tevlî bûn. Piştre di xwepêşandanê de wêneyê serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hat şewitandin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê, bijî YPG/YPJ, bijî yekîtiya gel” dihatin gotin. Di xwepêşandanê de alên YPG, PKK, Herêma Kurdistan û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.
Xwepêşandar heta ber dergehê Sera meşiyan. Paşê ji aliyê Rêbîn Mistefa ve peyama Ciwanên Welatparêz a bi sernavê “Yekane rê tekoşîn û berxwedan e.” Di payamê de wiha hat gotin: “Weke tê zanîn Rojhilata Navîn di dema xwe ya herî hestyar û bi aloz re derbas dibe. Çend diçe rewş hîn aloztir û xerabtir dibe. Îro ger her kesek, her civakek an her hêzêk li navçeyê bêxemî be jî, wê li rastî pirsgirêkekî wisa were ku dikeve nava xeteriyekî herî mezin de. Heya dibe sedema çêbûna komkujiyên mezin jî.” Di dawiyê de çend helbest hatin xwendin û banga berdewamiya çalakiyên ciwanan a ji bo berxwedana Kobanê hat kirin.