Li Silêmanî Merasîma Enfalê
Bi boneya 24’emîn salvegera komkujiya Enfala li Silêmanî di bin navê “Enfal birînek kûr e û hîna jî sax nebûye” merasîmek hate lidarxistin
Bi boneya 24’emîn salvegera komkujiya Enfala li Silêmanî di bin navê “Enfal birînek kûr e û hîna jî sax nebûye” merasîmek hate lidarxistin. Kesên ku xizmên xwe di enfalê de wenda kirine gotin ku bila birînên Enfalê ji nû ve neyên kolandin.
Bi boneye 24’emîn salvegera komkujiya Enfalê li Holê Tewar ê Silêmaniyê merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Merasîma ku di bin nave “Enfal birînek kûr e û hê jî sax nebûye” pêkhat ji aliyê Navenda Rewşenbîrî ve bi alîkariya Rêvebiriya Şehîdan û Enfalkiriyan hate organîzekirin. Bi tevê rayedarên hukumeta herêmê gelek kesayet û malbatên ku xizmên xwe di enfalê de wenda kirine beşdarê merasîmê bûn.
Merasîm bi pêxistina mûman, xwendina çend ayetên Qur-anê û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di destpêka merasîmê de gotara Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan hate xwendin. Dûre ji aliyê berdevkê Serokomarê İraqê Celal Talabanî ve peyamek hate pêşkeşkirin. Piştî peyamê bi awayek temsîlî şanoyek bi nave “Firmêzkên Enfalê” hate pêşkeşkirin. Di dema lîstina şanoyê de kêliyên hestyar hatin jiyîn. Piştî şanoyê 24 xelatên rêzgirtinê hatin dabeşkirin.
Merasîm bi xwendina daxwaznameyê kesûkarên enfalkirî berdewamkir. Daxwazneme bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Xizmê qûrbanên enfalê ji hukumeta herêmê xwestin ku rewşa mal û malbatên qurbaniyan berçav re derbas bike, alîkariya madî û manewî bide û ji hukumeta navendî ya Îraqê jî xwestin ku ji ber vê jenosîdê bi awayek fermî lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Her wiha xwestin ku birînên enfalê bi kiryarên ku zirarê dide malbatên qurbaniyan neyên kolandin.
(ra/ak/ak)