1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Silêmanî Meşê Dest Pê Kir
Li Silêmanî Meşê Dest Pê Kir,li,silêmanî,meşê,dest,pê,kir

Li Silêmanî Meşê Dest Pê Kir

A+ A-

SILÊMANÎ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê ciwanên Silêmaniyê yên Mertalên Zindî ber bi Qendîl ve ketin rê. Ciwan ku tîşortên spî yên li ser ‘Çiya hebûna me ye û Gerîla îradeya me ye’ nivîsandî berkirin û pankartên ku li ser ‘Ji bo Azadiya Kurdistanê dest ji Qendîl bernadin û Em êrîşa ser gelê xwe şermezar dikin’ nivîsandî hilgirtin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, ciwanên Silêmaniyê yên Mertalên Zîndî ber bi Qendîlê ve ketin rê. Bavê ciwanê bi navê Surkêw, Şêx Zahîd ku di xwepêşandana 17’ê Sibatê ya li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dabû jî beşdarê meşa ciwanan bû. Ciwanên Silêmaniyê danê sibê di katjimêr 8’an de li ber Parka Nalî ya Silêmaniyê li hev civiyan û armanca meşa xwe vegotin, paşî ber bi Qendîl ve dest bi meşê kirin. Bi dehan ciwanên Silêmaniyê tîşortên spî yên ku li ser ‘Çiya hebûna me ye û Gerîla îradeya me ye’ nivîsandibû berkirin û dirûşmên ‘Şehîd Namirin, Başûr Bakûr Rojhilat Yek Armanc û Yek Xebat, Bijî Serok Apo’ qêriyan. Di meşê de ciwanan pankartên ku li ser ‘Ji bo Azadiya Kurdistanê dest ji Qendîl bernadin û Em êrîşa ser gelê xwe şermezar dikin’ nivîsandibûn hilgirtin.

Ciwanên ji Caddeya Salim re derbas bûn û gehiştin semta Tasûçe. Di seranserê meşa ciwanan ya li nav kolanên Silêmaniyê de gelê Silêmaniyê jî bi armanca piştgiriya meşvanan çepik lêdan û li qorneyên wesayitan xistin û bi vê awayî meşvan silav kirin.

Der barê armanca meşê de ciwanê bi navê Kurdistan Ehmed got ku ew bi vê meşê dixwazin balê bikêşin ser êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd. Ehmed got; “em weke ciwanên Silêmaniyê tu caran êrîşên li dijê gelê xwe pesend nakin û li hember van êrîşan jî bê deng namînin. Bi vê armancê me biryar da ku em weke Mertalên Zindî heya Qendîlê bimeşin”. Ehmed da zanîn ku ew ê îşev xwe bigehînin navçeya Dokanê û subejî bderbasî bajaroka Ranyayê bibin. Kurdistan Ehmed axaftina xwe wiha doman: “Em ê li Ranya biçin serdana mala şehîdên ku di êrîşa Qendîlê de jiyana xwe ji dest dane û paşî ji wir jî derbasê çiyayê Qendîlê bibin.

Ciwanên Silêmaniyê du roj berî jî bi heman armancê Li Silêmaniyê li taxa Saoleke meşek bi maşaleyî pêkanîbûn.

Hêjayê gotinê ye ku îro li her sê bajarên mezin ên Başûrê Kurdistanê ciwan weke Mertalên Zindî ber bi Herêmên Parastina Medya ve dimeşin. Çav li rê ye ku ciwanên Duhokê biçin çiyayên Behdînan, ciwanên Hewlêrê jî biçin qada Xinêre û Xakûrkê. Her wiha nêzîkê 200 ciwanên ku ji Diyanayê jî ketibûn rê xwe gehandin çiyayê Qendîlê. Ciwanên Diyanayê destpêkê çûn wan deverên ku balafirên artêşa Tirk lê xistibûn û ji wir jî çûn serdana mala taziyê.

Tê gotin ku bi tevê PÇDK’ê gelek partî, rêxsitinên civaka sîvîl jî piştgîriya meşa ciwanan dikin.

ANF NEWS AGENCY