Li Soma bîlançoya giran: 205 mirî
MANÎSA 14.05.2014 07:00:15 Li navçeya Manîsa Somayê, di encama hilweşîn û şewata ji ber teqîna trafo ya li kana komirê de rû da, herî kêm 205 karkerên kanê jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku hînê bi sedan karker di hundirê kanê de asê man e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li Somayê, di teqîna trafo ya li kana komirê ya kargeheke taybet de, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan derket 201 kesî. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ber destê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku di bûyerê de 4 jê giran 80 karkerên kanê birîndar bûne û 363 karker jî hatine rizgarkirin. Yildiz ragihand ku di dema teqînê de 787 karker di hundirê kanê de bû.
Der heqê pirsên li ser sedema bûyerê de Wezîr Yildiz diyar kir ku wê 3 heyetên cuda lêpirsînê bimeşînin û got, "Lêpirsînên adlî û îdarî rojeva vê şevê nîne. Di rojeva me de bi tenê tiştek heye. Bi ekîbên xwe yên rizgarkirinê yên zêdeyî 400 kesî re em li ser rizgarkirina hevalên xwe yên karker difikirin. Weke Wezîrê Enerjiyê yek ji zehmettirîn wezîfeya xwe dikim. Bi fikara ku pirsgirêkên me mezin bibe, vê yekê parve dikim."
Der barê teşhîsa karkerên kanê yên jiyana xwe ji dest dane de Wezîr Yildirz diyar kir ku grîzû yan jî derb nîne û got, "Şewat nîne. Hevalên me yên karker ji ber jehrîbûna ji karbonmonoksîtê şehîd ketin. Me ew rakirin nexweşxaneyan û hin morgan."
XEBATÊN RIZGARKIRINÊ DEWAM DIKIN
Hêviya ji bo rizgarkirina karkerên li kanê asê mane, hêdî hêdî kêm dibe. Ekîbên rizgarkirinê hewa paqij dişînin nava kana xetimî. Rayedarên sendîkayê dan xuyakirin ku karkerên li kanê xwedî maskeya gazê ne, lê belê ev maske heta demekê dikare îdare bike û destnîşan dikin ku bi dembasbûna demê re hêviya bi saxî derxistina karkerên li nava kanê, kêm dibin.
Ekîbên rizgarkirinê dan zanîn ku dirêjahiya kanê 3,5 kîlometre ye, lewma xwegihandina karkeran hinekî wê dewam bike.
CENAZE LI DEPOYÊN HEWA SAR E
Cesedên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, li depoya ragirtina petêxên li navçeya Kirkagaçê hatin bicihkirin.
Li gel vê depoya hewa sar her wiha du TIR'ên ji sîstema hewa sar hatin şandin. Li depoya hewa sar, ku bi dehan ambûlansên cenazeyan dibin û tînin diçinê, ji Îzmîr, Manîsa, bajar û navçeyên derdorê gelek dozger tespîta nasnameyan û lêkolînan dikin. Hin ji malbatên karkerên kanê çûn depoya hewa sar.
DÎSK: KONTROLA WEZARETA KAR QELS E
Serokê Sendîkaya Genel Maden-Îş a ser bi DÎSK'ê Tayfûn Gorgun jî bibîr xist ku ev der kaneke hatiye taybetîkirin û anî ziman ku herêma Eynez herêmeke bi metan e lewma divê gelekî hay jê hebe. Gorgun îddîa kir ku di dema dawî de kontrolên Wezareta Kar qels bûne û ragihand ku qezayên bi vî rengî her rû dane. Gorgun diyar kir ku xebitandina karkerên taşeron zêde bûye, hejmara karkerên sendîkayî kêm bûne, ji ber vê yekê zexteke giran a hilberînê hem li ser endezyaran hem jî li ser karkeran heye û got, "Ji ber ku sendîkabûyîn qels bûye, kontrola sendîkayî ya li ser van zextên hilberînê jî ne gengaz e."
DI QEZAYÊN KANÊ DE ZÊDEYÎ 3 HEZAR MIRÎ
Ji sala 1941'ê û vir ve di qezayên kana komirê û kanên din ên li gelek herêmên Tirkiyeyê de, ku piraniya wan ji ber teqîna grîzû, hilweşîna kanê û derketina şewatê de rû dan, zêdeyî 3 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di van qezayan de zêdeyî 100 hezar mirov birîndar bûn.
Hin qezayên kanê yên heta niha li Tirkiyeyê rû dane ev in:
7'ê Adara 1983'an: Li Armûtçûkê teqîna Grîzû (103 mirî).
10'ê Nîsana 1983'an: Li Kozlû teqîna grîzû (10 mirî).
31'ê Çileya 1987'an: Li Kozlû hilweşîna kanê (8 mirî).
31'ê Çileya 1990'î: Li navçeya Bartin Amasrayê teqîna grîzû (5 mirî).
7'ê Sibata 1990'î: Li Yenî Çeltîk a Amasyayê teqîna grîzû (68 mirî).
3'ê Adara 1992'an: Li Kozlû teqîna grîzû (263 mirî).
26'ê Adara 1995'an: Li navçeya Yozgat Sorgûnê teqîna grîzû (37 mirî).
22'ê Mijdara 2003'an: Li navçeya Karaman Ermenekê teqîna grîzû (10 mirî).
8'ê Îlona 2004'an: Li navçeya Kastamonû Kure şewat (19 mirî).
2'ê Hezîran 2006'an: Li navçeya Balikesîr Dûrsûnbeyê teqîna grîzû (17 mirî).
10'ê Kanûna 2009'an: Li navçeya Bûrsa Mûstafakemalpaşa'yê teqîna grîzû (19 mirî).
17'ê Gulana 2010'an: Li Zongûldakê teqîna grîzû (30 mirî).
8'ê Çileya 2013'an: Li navçeya Kozlû teqîna grîzû (8 mirî).