Li Stenbol û Amedê ji bo Kobanê çalakî
AMED/STENBOL (DÎHA) - Li navçeya Farqîn ya Amedê û navçeya Esenyurt a Stenbolê ciwanan bi armanca piştgirî bidin berxwedana Kobanê çalakî lidarxistin. Li Farqînê ciwan bi polîsan re pev çûn, li Esenyurtê jî ciwanan ji bo Kobanê şahiyek li dar xis.
Li navçeya Farqîn a Amedê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ku ji bo êrîşên li ser Kobanê şermazar bikin deketibûn qadan rêya Amed-Betlîsê ji trafîkê re girtin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî demekê polîsên ku bi TOMA'yan hatine cihê bûyerê bi ava şid, bombeyên gazê mudaxale li ciwan kir. Ciwana jî xwe bi bombeyên deng û keviran parast. Du wesayîtên polîsan ji ber bombeyên deng ên ciwanan zirar ditîn û xerabûn.
Çalakiyan heta derengî şev dewam kirin.
STENBOL
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Esenyurtê bi boneya piştevanî bidin Kobanê û Şengalê şahiyek li dar xist. Şahî li Salona Dawetê ya Şen bi tevlibûne rayedar û endamên herdû partiyan hate lidarxistin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Fîlîza Koçalî di şahiyê de bal kişand ser şervanên YPG/YPJ'ê ku li Kobanê liberxwe didin û wiha axivî: "Ew tenê axa xwe naparêzin, rûmet û şerefa me jî diparêzin. Pêşeroja hemû mirovahiyê diparêzin."
Piştî axaftinan sînevîzyonên li ser berxwedana Kobanê û komkujiya Şengalê hatine amadekirin hatin nîşandan. Bername bi konserahunermendên NÇM'ê bi dawî bû.
(lg/wk)