1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Stenbolê 15 kurd birîndar kirin
Li Stenbolê 15 kurd birîndar kirin,li,stenbolê,15,kurd,birîndar,kirin

Li Stenbolê 15 kurd birîndar kirin

Malbatên kurd di dawetê de rastî êrîşa nîjadperest hatin: 15 kes birîndar bûn

A+ A-

Koma nijadperestan a ji 50 kesan pêk dihat êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 5 jê giran 15 kes birîndar kirin.

Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê komek nijadperest êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 15 berbû birîndar kirin. Koma nijadperestan ku ji 50 kesan pêk dihat, li Salona Dawetê ya Yigitoglu ku malbata kurd a ji Kozluka Êlihê dawata xwe pêk dianî, saet di 22.00'an êrîşî dawetê kir. Koma nijadperestan ku bi kêr, satore, çiftê bi bombe û daran êrîş pêk anî 5 jê giran 15 kes birîndar kir. Piştî koma ewil êrîş pek anî koma duyemîn bi dolmîşa plakeya wê 34 HR 0549 ya BMC hat ber salona dawetê û bi çifteyên pompeyî gule barand. Kome piştî êrîş pek anî û şunde çekên pompeyî dan nijadperestan û maşîneya xwe li cihê bûyerê hiştin û dûr ketin. Welatiyê bi navê Zekî Şayak bi giranî birîndar bû diyar kir ku nêzî 20 polîs li cihê bûyerê hebû, lê tu kesî mudaxaleyî komê nekir. Şayrak, anî ziman ku di salonê de zarok jî hebûn, lê kom ket salonê û êrîş pêk anî. 15 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Samatya, Bakirkoy, Bagcilar, Bahçelîevler û Cerrahpaşa yê.

Êrîş bi organîze pêk hatiye

Birîndarên ku rakirin nexweşxaneya Tipê ya Cerrahpaşayê diyar kirin ku êrîş bi plan û organîze pêk hatiye û ji ber vê yekê polîsan mudaxaleyi komê nekiriye. Birîndarê bî navê Faruk Demir, anî ziman ku kesên êrîşî wan kirin şêniyên taxê bûn û wiha got: "Koma êrîşî me kirin gotin 'Vir taxa me ye. Hûn nikarin li vir li starên kurdî guhdar bikin. Koma êrîşkar çi ket ber wan avêtin me û êrîşî me kirin"

Polîsan êrîşkar binçav nekirin

Zava Eyup Solun jî bertekên xwe anin ziman û diyar kir ku dawet li wan kirin jar û wiha got: "Me fam nekir ku em rastî çi hatin. Dema êrîş pêk hat me ji polîsan re got hûn çima mudaxale nakin. Li gel ku me êrîşkarek girt û teslîmî polîs jî kir, polîs li ber çavên me ew serbest berda. Me dolmîş û kîlîta maşîneyê desteser kir. Polîsan piştre maşîneya ku koma çekdar anî bi çekîç kişandin aliyeki. "

Di êrîşê de berbûyê dawetê Zeki Şayak ji serê xwe de bi saçmayê birîndar bû. Ridvan Solun 4 tiliyên wî jê bûn. Ferhat Uluişik ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Muzaffer Solun ji sînga xwe ve birîndar bû. Niha dermankirina 5 kesan li nexweşxanyan didome. 10 kes jî piştî hatin dermankirin şandin malên wan. Hate zanîn ku 4 êrişkar jî hatin binçavkirin. Welatiyên kurd ên rastî êrîşê hatin jî ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Zeytinburnuyê.

(mae)