1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Stenbolê ji bo Rojava kampanya
Li Stenbolê ji bo Rojava kampanya,li,stenbolê,ji,bo,rojava,kampanya

Li Stenbolê ji bo Rojava kampanya

A+ A-

MEHMET ŞAH ORUÇ GOÇ-DER û Şaredariya Serêkaniyê ji bo Rojava li Stenbolê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Serokê GOÇ-DER'ê Îlyas Erdem, diyar kir ku li hemberî drama mirovahiyê ya li Suriye pêk tên bêdeng namînin û wiha got: "Wekî ku Koçberî qedera kurdan e, kurd her tim rastî koçberiyê tên." Endamê Meclîsa Giştî yê HDK'ê yê piştgirî da kampanyayê Erdem Demîrhan jî diyar kir ku piştgiriya bidin Rojava peywira wan a biratiyê ye.

GOÇ-DER'ê nêzî 20 roj berê bi Şaredariya Serêkaniyê re li Stenbolê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Kurdên ji ber şerê navxweyî yê Suriyeyê mexdur bûyîn di serî de bajarên herêmê li her derê alîkarî tên komkirin. Serokê GOÇ-DER'ê Îlyas Erdem, anî ziman ku ew li hemberî drama mirovahiyê ya li Suriyeyê bêdeng namînin û kesên mexdur di serî de hewcehiyên bingehîn gelek pirsgirêkan dijîn. Erdem, da zanîn ku kampanyaya ji bo Rojava dan destpêkirin her roj daxwaz zêde dibin û wiha got: "Em mexduriyeta li mirovên di kampên Tirkiyeyê de mînin dizanin. Li gorî penaberiya li ser sînor piranî hewcehî bi zexîre, mamaya zarokan, şîr û pirsgirêka germahiyê heye. Alîkariyên tên kirin divê di serî de li gorî vê yekê bê kirin."

'Penaberî tu dê bêjî paşnavê kurdan e'

Erdem, bilêv kir ku ji bo alîkarî bi awayekî fermî bên komkirin serî li Maseya Komeleyan û Walîtiya Stenbolê dan û heta niha walîtiyê tu bersiv nedane wan. Erdem, destnîşan kir ku bi Şaredariya Serêkaniyê re bi awayekî fermî ji bo alîkariyan protokol îmza kirin. Erdem, diyar kir ku alîkariyên li Stenbolê tên komkirin dê teslîmî Şaredariya Serêkaniyê bikin û bi riya wan bigihijin xwediyên hewcehiya wan pê heyî. Erdem, anî ziman ku BDP, ÎHD, HDK, KESK û gelek rêxistinên sivîl ên civakî ji piştgiriyê didin kampanyaya wan. Erdem, da zanîn ku welatiyên dixwazin alîkariyan bikin dikarin alîkariyên xwe teslîmî wan saziyan bikin. Erdem, bilêv kir ku agahiya kurdên ji Suriyeyê hatin li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi cih bûne girtin û wiha axivî: "Tu dê bêjî penaberî paşnava kurdan e her tim rastî koçberiyê tên. Ji bo ev yek bi dawî bibe divê li hemberî drama li Suriyeyê bêdeng neyê mayîn."

'Piştgirî peywira me ye'

Endamê Meclîsa Giştî yê HDK'ê yê piştgîr da kampanyayê Erdem Demîrhan jî diyar kir ku li hemû cihên HDK lê rêxistîn xebat dane destpêkirin. Demîrhan, anî ziman ku divê gelên Tirkiyeyê jî tevlî kampanyayê bibin. Demîrhan, da zanîn ku di şerê Suriyeyê de aliyê nîjadperest ê AKP'ê carek din derket holê û wiha got: "Li aliyekî bi gotina ez dê ji Suriyeyê re demokrasiyê bibim li aliyê din amadekariyên sorkirina şer dikirin." Demirhan, da zanin ku hem ji gelê Rojava re hem jî ji kesên hatin Serêkaniyê re piştgirî peywira wan a birayê ye û wiha axivî: "Êşa gelê bira parvekirin peywira me ye. Em weke HDK xwe muhatab dibînin û ji ber vê yekê tevlî kampanyayê bûn."

'Tirkiye eleqeya pêvîst nîşan nade'

Demîrhan, bilêv kir ku divê rêxistinên ked û sendîka dest bi tevgerê bikin û wiha pê de çû: "Heke di vê mijdarê de dest bi tevgerê nekirin dê kengî dest bi tevgerê bikin. Heke destê xwe ji alîkariya li cem nekirin wê demê divê rexendayîna xwe bidin. Heta niha sendîkayan alîkariya pêvîst nedane. Em banga alîkariyê li wan dikin."

Demîrhan, destnîşan kir ku ji bo Kampanya bê lezkirin endamên rêveberiyê yên HDK'ê biryar girtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hewcehiyên gelê kurd ên li Rojava tenê li ser gelê kurd bên dîtin ev yek şerma me û kêmasiya me ye. Ji bo alîkarî bên komkirin, bigihijînin cih û ji hemû aliyan re bê belavkirin dê HDK zêdetir bi xebite. Em xwe di vê mijdarê de berpirsiyar dibînin."

(bd/mae)