1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Stenbolê pevçûnan dest pê kir û li Esenyurtê leşker ketin navçeyê
Li Stenbolê pevçûnan dest pê kir û li Esenyurtê leşker ketin navçeyê,li,stenbolê,pevçûnan,dest,pê,kir,û,li,esenyurtê,leşker,ketin,navçeyê

Li Stenbolê pevçûnan dest pê kir û li Esenyurtê leşker ketin navçeyê

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Şerê li Stenbolê ku duh piştî mudaxaleya polîsan a li hemberî gelê ku çû avahiya DBP'ê ya Sultabeyliye pêk hat, dest pê kir, li hemû navçeyê belav bû. Li navçeya Esenyurtê jî leşker daketin kolanên navçeyê.

Piştî êrîşên DAIŞ'ê li dijî Kobanê zêde bûn, gelê kurd li gelek bajaran daketin qadan û dest bi çalakiyan kir. Gelê kurd ku 2 rojin li qadan çalakiyan pêk tînin piştî rastî mudaxaleya polisan hatin bi polisan re dest bi şer kirin. Çalakiyên gel 2 rojin bê navber didomin. Li aliyê din li gelek navçe û bajaran daketina gel a kolanan hat qedexekirin û leşker ket kolanên bajaran. Li Stenbolê jî leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê daketin kolanên bajar û di nava kolanan de hatin bicihkirin. Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê leşkeran qada navçeyê dorpêç kir û piştî bûyeran avahiyên AKP'ê dibistanên taybet û dewletê vala kir. Hat zanin ku gelê Roman li hemberî kurdan tên sorkirin û alozî tên derxistin.

SULTANBEYLÎ

Li navçeya Sultanbeyli ya Stenbolê jî duh komên nijadperest li gel polîsan êrîşi gelê ku diçûn avahiya DBP'ê kiribûn. Îro jî gelê çûn avahiya navçeyê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bûyer li navçeyê didomin.

(mae)