Li Stenbolê polîsan êrîşî çalakvanan kir
Polîsan êrîşê çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê kir û Rêvebirên BDP'î jî di nav de gelek kes xistin binçavan. Polîsan meşa; girseya ku Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak û Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel jî di nav de xwestin bikevin Taksîmê jî asteng kir.
Rêxistina BDP'a Stenbolê ji bo 15'ê Sibatê roja salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bike xwest li qada Taksîmê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan daxuyanî asteng kir û êrîşî girsê kir. Di dema ku daxuyanî dihat astengkirin de koma ku ber bi Taksîmê ve dimeşiya jî li ser cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Hevserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî di nav de koma ku di çûna taksîmê de israr kir li vê derê rastî êrîşa polîsan hat. Girse li ser vê yekê çalakiya rûniştinê lidar xist. Polîsan dîsa mûdaxale kir û Bîlgîlî jî di nav de gelek kes xistin binçavan.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Cîgira Hevserokên BDP'ê Fîlîz Koçalî jî di nav de koma ku xwest derkeve qada Taksîmê jî li kolana Mîsê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.Kesên ku xwestin biçin qadê ji kontrolên nasnameyan re derbas kirin û gelek kes xistin binçavan.
Ji hêla din ve jî polîsan di hemû ketin û derketina taksîmê de barîkat danîn û wesayîtên TOMA bicih kirin. DÎHA (ak)