Li Stockholmê 2. Festîfavala Filmên Kurdî dest pê dike
STOCKHOLM 27.02.2014 07:27:07 Derhênerê Kurd Hiner Saleem wê şeva 27’ê Sibatê 2. Festival Filmê Kurd a Stockholmê bi nîşandana filmê “My Sweet Pepper Land” (Bîberxaneya min a Şirîn) cardin perdeyên xwe ji heskiriyên sînemayê re vebike. Pêş nîşandana filmê Şefa Çanda Festîvala Filmê Kurd a Stockholmê Sîdar Yigît, piştî axaftinekî li ser armanca li darxistina festival kir şûnde, wê Hûnermendê Kurd Pedram Shahlaî kemanê ji beşdarvanan re lêbixwe.
Ji bo nîşanda zêdetirî 100 filman a di fertîvalê de serlêdana Komîteya Amadekar a Festîvalê hat kirin. Komîtê biryara di festivalê de 4 metrajên dirêj, 5 belgesel û 13 filmên metrajî yên kurt nîşa bide da. Di festivalê de bi temamiya filmên ku bi Kurdî, Erebî û Farsî baxivin, nivîsa wan a binê bi Ingilîzî be.
Li gel “My Sweet Pepper Land” a Hiner Saleem, “Fairy Spring” a Jalal Nasirî Hanis, “Beforo Snowfal” (pêş befir bibare) a Hisham Zaman û “Zemestane Akhar” a Salam Salavatî wê filmên metraja dirêj bên nîşandan.
Derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Hisham Zaman ku du salin li ser hev “Xelata mezin” a Festîvala Film ya Goteborgê distîne, piştî filma xweya ku tore û cinayetan digire dest da nîşandan şûnde wê bi temeşavanan re hevpeyvînekî wî çêbibe.
“ŞOREŞA BÊDENG” A ROJAVA
Di festivala îsal de di nava filmên gelgeselê de derhênerên Katalonyayî David Meseguer û Oriol Gracia filma wan a “The Silent Revolution” (Şoreşa Bêdeng) bal dikişîne. Di nîşandana filmê de ku li ser pêşxistina şoreşa gelê Rojava ku ev 50 salin dibin tundî û komkujiyên rejîma Baasê dene, li hemberî wê ji bo mafên xwe yên polîtik û çandî rabûne ser piyan û dahatûya xwe xistine destê xwe, piştî nîşandana film wê herdu derhêner çavnêriyên xwe yên di derbarê Rojava de ragehînin û bersiva pirsên temaşevanan bidin.
JI BO GELÊ KURD XEBATÊN LI DÎASPORAYÊ GIRINGIN
Yîgit bi bîrxist ku yekem filmê Kurdî di sala 1940’ê de li dervey Kurdistanê hatiye kişandin, yekem rojnameya Kurdî li Misirê, radyoya Kurdî yekem li Êrîvanê hatiye çêkirin, yekem qenala tv a mezin li Brukselê weşan kiriye û wiha got: “Ji bo gelekî ku dibin van tundî û zehmetiyan dijî, çand û zimanê wî hatiye qedexe kirin, xebatên li Diasporayê didin nîşandan ka çiqas giringin.”