Li Swêdê bi hezaran kesî çeteyên DAIŞ û AKP protesto kirin
STOCKHOLM ANF Li bajarên Swêd Stockholm, Goteborg û Västervikê, bi hezaran kesî duh bi xwepêşandanan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê şermezar kirin.
Di xwepêşandana li Stockholmê de aleke mezin a Kurdistanê, li Goteborgê jî xwepêşandêran, bi armanca ermezarkirina komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê û desthilatdariya AKP'ê, kefenên bi xwîn hilgirtin.
Xwepêşandana li Stockholmê li Meydana Norrmalstorg a li navenda bajêr destpê kir û li gel komunîst û sosyalîstên Swêdî, gelek şoreşgerên ji Tirkiye, Amerîka Latîn û Îranî beşdar bûn. Di axaftinên li çalakiyê de hikûmeta Tirk bi tundî hat rexnekirin û bang li Hikûmeta Swêdê jî hat kirin ku êdî dest ji lawaziyê bede û li cem gelê Kobanê cih bigire.
Hunermend, rewşenbîr û helbestvanên Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn û xwedî li berxwedana Kobanê derketin.
Muzîsyena Kurdistanî Dilba Demîbag a beşdarî xwepêşandanê bû ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi binpêkirina peymanên navneteweyî re destek daye çeteyên DAIŞ'ê û li pişt êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, desthilatdariya AKP'ê heye.
Demîrbag anî ziman ku tevahiya cîhan dizane Hikûmeta Tirk destekê dide DAIŞ'ê ku rêxistineke terorê ye û got, "Divê dewleta Tirk endametiya Yekîtiya Ewropayê ji bîr neke. Ez bawerim ku wê rojek bê, Hikûmeta Tirk ji ber van sûcên kirî bê darizandin. Dibe ku ev ne îro be, lê di pêşerojê de wê bê darizandin."
GOTEBORG
Li bajarê Goteborgê, piştî xwepêşandana hefteya derbasbûyî ya bi beşdariya 5 hezar kesî, Kurdistanî duh jî bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê herikîn kolanan. Meş û mîtînga ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li Goteborgê ve hat organîzekirin, di meyda herêmî de cihekî berfireh girt. Di xwepêşandana bi beşdariya hezar kesî de, nûnerên Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat û Partiay Çep axivîn, çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin û destek dan berxwedana li Kobanê.
VÄSTERVIK
Li Västervikê ku wargeheke biçûk e Kurdistaniyan, bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, bi sosyalîstan re meş û mîtîngek lidar xistin. Kurt Lezgîn û Mizgîn Bîngol ên di xwepêşandanê de axivîn bal kişandin ser komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê kirin û anîn ziman ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê rastî berxwedaneke mezin a gerîlayên YPG/YPJ'ê hatine û gerîlayan komkujiyên çeteyan asteng kirine.