Li Sêmêlê destûrê nadin hilbijêr biçin ser sandoqan
21.09.2013 DIHOK (DÎHA) - Li Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartin ku saet 07:00'an dest pê kir destûr nayê dayîn ku niştecihên li Misirîkê û Girêgevrê biçin ser sandoqan.
Li Herêma Federal a Kurdistanê ku hilbijartinan saet 07.00'an destpê kir ji aliyê wezîfedarên sandoqan ve destûr nayê dayîn ku niştecihên li wargeha Misîrîkê û Girêgevrê dimînin dengên xwe bi kar bînin. Niştecihên wan her du wargehan di sala 1994'an de ji Bakurê Kurdistanê koçî Herêma Federal a Kurdistanê kiribûn û paşê mafê hemwelatîbûnê ji wan re hatibû dayîn. Niştecihên wan her du wargehan agahî dan ajansa me û anîn ziman ku ji bo dengên xwe bidin çûne Navenda Hilbijartinê ya Mekteba Misîrîkê, destpêkê destûr hatiye dayîn ku dengên xwe bidin lê paşê piştî telefon ji wezîferdarên sandoqan re hatiye, nehiştine dengên xwe bi kar bînin. Niştecihan anîn ziman ku ji her du wargehan bi qasî hezar kesên ku dengên xwe bi kar bînin hene û tevî navê wan di lîsteya dengdayînê de heye jî tên astengkirin.
(nk/yş/mae)