Li Sêrtê berxwedana li dijî bendavan
SÊRT/ANF 04.07.2014 10:36:28 Li dijî HES, qereqol û talana daristanan ên li Sêrt û herêmê, li nêzî gundê Tewan ê ser bi navçeya Sêrt Şîrwanê ev 7 roj in kon hatiye vedan. Çalakiya nobedê duh êvarê ji aliyê nûnerên rêxisitnên civakî yên sivîl dewr hat girtin.
Li nêzî gundê Tewan ê ser bi navçeya Sêrt Şîrwanê, bi pêşengiya HDP, BDP û rêxistinên civaka sivîl, li dijî çêkirina qerekol, kelehkol, HES, bendav û texrîbata daristanan ya li bajar û herêman hewl tê dayîn bê çêkirin, konê berxwedanê hatibû avakirin û çalakî di roja xwe ya 7’emîn de didome.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎHD, MKM, BDO-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-DER, MEYA-DER, KESK, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn û nûnerên MAPER’ê duh di saetên avêrê de çalakî dewr girtin.
STK DÊ ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNE
Li ser navê Saziyên Civaka Sivîl (STK)’yên ku nobet dewr girtin serokê ÎHD’a Sêrtê Zana Aksu axivî û got plana çêkirina 18 bendavan li Sêrtê tê kirin. Aksu got ji van bendavan du temam bûne û wiha got: “Çêkirina 4 bendavên din jî didome. Ji bo çêkirina van bendavan bê rawestandin em wek STK’ê dê çalakiyên xwe bidomînin. Heta ku çêkirin bidomin emê jî çalakiyan bidomînin. Bendav û HES her yek çekên kîmyewîne û ev her yek hilweşîneke xwezayê ne.
EM BÊDENGIYÊ QEBÛL NAKIN
Aksu wiha berdewam kir: “Her çiqas hema nabe sedema çolê û hema nabe sedema mirinan, di nava demê de rê li ber van felaketan vedike. Ji ber vê jî bendav û HES wek çekên kîmyewî em dinirxînin. Her wiha em bêdengbûna hemû hezkiriyên xwezayê şermezar dikin. Li Geziyê hemû kes bûn yek dil, li Licê, Meskan, Çatax û Şîrwanê berxwedan didomin û piştgirî bo wan nayê dayîn. Em tu wateyê nadin vê. Ji ber vê em ji bo hemû çalakiyên li Sêrtê pêk tên piştgiriyê dipên.
JI GUNDIYAN BO KON ZIYARET
Ji gundê Mînyasok, Tewan, Persêwên û Hacika gundî çûn serdana kon. Gundiyan diyar kir ku ew li dijî çêkirina bendavan e û dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyê.
ZERARÊN BENDAVAN HATIN AXAFTIN
Di kon de li ser zerarên bendavan û rawestandina avahîsaziyên bendavan nîqaş hatin meşandin. Li cihê ku kon hatibû vedan di saetên êvarê de li navçeya Şîrwanê çêkirina bendava Şîrwanê berdewam kir. Nobet heta saetên sibehê berdewam kirin.