Li Sîlîvriyê karta "Prestîj" derbasdar e
Li Sîlîvriyê ne kartên zer û ne jî kartên parêzeran, karta "Prestîj" derbasdar e
GÜLER CAN Li Sîlîvriyê ku doza KCK'ê lê dê dîtin, rewşek awarte tê meşandin. Li Sîlîvriyê ku 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd lê tê darizandin, leşker û rayedarên dadgehê astenî li ser astengiyê derdixin. Li salona rûniştinê kartên parêzeran, nasnameyên zer ên rojnamegeran li ber çavan nayên girtin û nayên qebûlkirin. Li şûna kartên zer ên çapemeniyê û kartên parêzeran, leşker kartên 'Prestij' didin endamên çapemeniyê û parêzeran.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku li Sîlîvriyê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin, di 2'ê Tîrmehê de bi qede, astengî û aloziyan dest pê kir. Di doza ku 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên di navde rojnameger, parêzer, akademîsyen û xwendekar jî hene astengî û qedexe li ser hev pêş dikevin. Ji roja dozê dest pê kir û heta niha rageşî berdewam dike. Di serî de parêzer û malbat hilnedan hundirê salonê. Parastina zimanê zikmakî hate qedexekirin.
Balkêş e ku parêzer li her dera Tirkiyê dema diçin salona rûniştina dadgehê beyî ku karta parêzeriyê nîşan bidin û tenê bi cubeyê xwe derbas hundir dibin, li Sîlîvriyê nasnameya wan a parêzeriyê jî derbas nabe. Li gel zagona parêzeran a hêjmara 1136'an divê parêzer neyên lêgerandin û nasnameya wan derbasdar be jî dîsa li Sîlîvriyê leşker nasnameya parêzeran ji wan digirin û li şûna wê karta "Prestîj" didin wan. Dîsa parêzer di cîhanaza X-ray re derbas dibin û telefonên wan ji wan tên girtin. Jinên ku derbasî salonê dibin jî dîsa ji aliyê leşkeran ve di lêgerînê re derbas dibin û hin caran rastî tacîzê tên. Parezeran, anîn ziman ku dibin vê yekê de biryara Dozgerê Komarê yê Sîlîvrî heye.
Li gel parêzeran, rojnamegerên ku karta wan a zer jî heye nikarin derbasî salonê bibin û dozê bişopînin. Dîsa rojnamegerên ku derbasî salonê bibin jî wekî welatiyekî bi karta "Prestij" derbas dibin.
(mae)