Li Sîlîvriyê konên berxwedanê
Li Sîlîvriyê konên berxwedan û piştevaniyê
GULER CAN / MEHMET ŞAH ORUÇ Malbat û xizmên 205 siyasetmedarên ku li Sîlîvreyê tên darizandin li pêş Sîlîvriyê di nava zeviyên vala de kon vedane, diyar kirin ku di vê pêvajoya ku zarokên wan li girtîgehan dijîn û li çiya şer dikin ji bo wan nobeta li konan ne zahmetn e.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin di 2'ê tîrmehê de dest pê kir. Ji roja rûniştina dozê dest pê kir heta niha xizm û malbatên siyasetmedarên kurd li qada vala pêş Sîlîvriyê kon vedane û nobeta piştevanî û berxwedanê vekirine. Malbat û xizmên siyasetmedaran şev û roj li kon dimînin û piştevaniya xwe tînin ziman. Konê ku ji aliyê BDP û HDK'ê ve hate vedan bû konê berxwedanê. Her şevê zêdeyî 50 welatî li kon nobetê digirin û piştgiriyê didin siyasetmedaran. Welatiyên ji derve tên jî dibin mêvanên kon. 2 konên hatine vedan yek jê ji bo razanê, yek jê ji bo mutfaxê hatiye vedan. Her rojê 2-3 rêveberên Rêxistinên BDP'ê yên navçeyan tên kon ziyaret dikin. Pêdiviya konan ji aliyê rêxistinên BDP'ê yên navçeyan ve tên pêşwazîkirin.
Şevan serpêhatiyên dadgehê niqaş dikin
Nobedarên kon, serê sibê ji bo pêdiviyên xwe yên dest û rû şuştinê û lavaboyê diçim mizgefta kîlometreyekê dûrî wan. Piştî pêdiviyên xwe dibînin bi awayekî hevpar û komîn bi hevre taştê amade dikin û bi hevre taştê dixwin. Dîsa bi hevre paqijiyê dikin. Di heman demêde xwarina nîvro jî bi hevre amade dikin. Ji bo mêvan û parêzerên ku ji derve tên jî xwarin amade dikin û bi hevre dikin.
Serê sibê pişti amadekarî û pêdiviyên xwe kirin, saet di 09.30'an de ji bo rûniştinê bişopînin diçin salona rûniştina dadgehê. Piştî navberê nîvro dîsa tên kon û bi hevre firavînê dixwin. Piştî firavînê dîsa diçin salona rûniştinê û heta saet 17.00'an rûniştinê dişopînin. Piştî rûniştin di dawî dibe êvaran li ser geşedanên nava rojê û geşedanên li salona dadgehê niqaşan dimeşînin. Dîsa li ser parastina kurdî, çareseriya pirsgirêka kurd û îdîanameyê niqaşan dimeşînin.
Welatiyên ku tên dozê demaşe dikin bi derfetên xwe alav û amûran tînin û piştgiriyê didin nobedarên kon. Welatiyên li navçeya Sîlîvriyê jî bi derfetên xwe alîkariyê didin nobednaran. Welatiyên li kon nobedariyê digirin jî diçim malbatên kurd ên li Sîlîvriyê pêdiviyên xwe yên serşuştinê temîn dikin. Ji ber ku di bin roja havînê û germahiya kon de têkoşîna jiyanê zahmet e, welatî zahmetiyê dibînin. Nobedar ji bo ku zêde nekevin bin bandora germê, zêdetir zebeş û fekî dixwin û avê zêde vedixwin.
Jinên ku li kon nobedariyê digirin jî diyar dikin ku li aliyekî zarokên wan girtî ne, li aliyekî zarokên wan li çiya li nava taht û latan radizên û ji ber vê yekê têkoşîna di kon de ji bo wan ne gelek zor e. Bavê Şehnaz Akdogan Şukru Akdogan, diyar kir ku îdîaname rastiyê nade nîşan û baweriya wî ji dadgehê tune.
Rêveberê BDP'ê ya Bagcilarê Emin Ang jî anî ziman ku ji bo alîkarî û piştgiriyê hatiye kon û wiha got: "Di şexsê zarokên me de hemû gelê kurd tên darizandin.
'Ew girtî bin em jî girtî ne, ew azad bin em jî azad in'
Welatiyê bi navê Çiçek Çakar jî anî ziaman ku ew li vir tî û birçî bin jî dê ji bo azadiya hevalên xwe hemû bedelan bidin. Çakar, bilêv kir ku heta hemû hevalên wan azad bibin dê li vir bin û wiha got: "Ew girtî bin em jî girtî ne, ew azad bin em jî azad in."
(mae)