1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li sînor êrîşa leşkeran berdewam dike û birîndar hene - DEQEYA DAWÎ
Li sînor êrîşa leşkeran berdewam dike û birîndar hene - DEQEYA DAWÎ,li,sînor,êrîşa,leşkeran,berdewam,dike,û,birîndar,hene,deqeya,dawî

Li sînor êrîşa leşkeran berdewam dike û birîndar hene - DEQEYA DAWÎ

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Leşker û polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li jin, zarok û kesên pîr ên li Deriyê Sînor ê Kobanê Serxetê kirin. Di encama êrîşê de gelek kes ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. Leşker destûrê nade kesên duh malbatên xwe anîn Pirsusê û careke din ji bo li hemberî DAIŞ'ê şer bikin vegerin Kobanê.

Welatiyên bi armanc piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li gundê Edmanîk ê navçeya Pirsusê ya Rihayê kon vedan û şeva xwe li sînor derbas kirin. Welatiyan bi sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" roj pêşwazî kirin. Serê sibê bi sedan leşker sewqî herêma sînor hatin kirin. Leşkerên biranî li nokteya welatiyên ji Kobanê tên hatin bicihkirin gelek caran bangên paşve vekişin dikin. Leşkeran bi hinceta welatiyên li benda welatiyên ji Rojava tên paşve neçû bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li welatiyan kir. Êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê û ava şid berdewam dike.

Destûrê nadin paşve vegerin

Berî êrîşê ji bo Kobanê bê valakirin polîtîkayek tê meşandin û tenê destûra kesên ji Kobanê tên, tê dayîn û welatiyên Rojavayî yên duh malbatên xwe anîn Pirsusê û careke din dixwazin vegerin destûr nayê dayîn û ev yek jî dibe sedema bertekan.

Li hemberî êrîşa leşker û polîsan a tund ciwan jî bi keviran bersivê didin. Li qadê pevçûn didomin û welatiyên ji Kobanê jî hatin bi slogan û tîlîliyan êrîşa leşkeran şermezar dikin.

'Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li Kobanê derbikevin'

Hinek welatiyan got êrîşa polîs û leşkeran jî piştevaniya çeteyên DAIŞ'ê re û wiha gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê hewil didin Kobanê dorpêç bikin. Leşkerên tirk jî bi êrîşa li me dike piştgiriyê dide hewildana çeteyên DAIŞ'ê ya dorpêçkirinê. Roj roja rûmetê ye û roj roja xwedî derketina Kobanê ye." Welatiyên sînorê Pirsusê gotin li bajaran meş helbet girîng in lê ya girîng li sînor zîncîra mirovan pêk anîn e û bang li hemû kesî kirin ku bên sînor.

Êrîşa polîs û leşkeran berdewam dike.

(bd)