1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sînorê Îran û Tirkiyeyê çi dibe?
Li Sînorê Îran û Tirkiyeyê çi dibe?,li,sînorê,îran,û,tirkiyeyê,çi,dibe

Li Sînorê Îran û Tirkiyeyê çi dibe?

Piştî Dewleta Sûriyeyê balafira şer a Tirkiyeyê xist, têkililên Tirkiye û dewletên cîran hatin guhertin

A+ A-

SAMİ YILMAZ Piştî Dewleta Sûriyeyê balafira şer a Tirkiyeyê xist, têkililên Tirkiye û dewletên cîran hatin guhertin. Dewleta Îranê di rojên dawî de li sînorê Tirkiyeyê leşker tank, top û fuzeyan bi cih dikin. Rêyên nû çêdikin. Welatiyên li gundê herêmê û sinor dijîn bi fikarin. Keyayê gundê Onbaşilarê Perviz Beşer, anî ziman ku li aliyekî Îran li sînor leşkeran bi cih dike û li aliyê din dewleta tirk li hemberî vê yekê bêdeng e.

Piştî ku Sûriye balafira şer a tirk xist hate îdîakirin ku Tirkiye li sînorê Îranê fuze bicih kirine. Hate diyar kirin ku di 2 hefteyên dawî de dewleta Îranê li sînorê Tirkiyeyê rêyên nû çê dike, leşker, tank û topan li sînor bicih dike. Hate zanîn ku li Geliya Kemali li ser tiran Fuzeyên Katyuşa tên bicihkirin. Leşkerên Îranê li ser sînorê bi qasî 20 kîlometreyan bicih bûn û li ser diwaran nivisê farizî nivîsandin. Tê gotin ku leşker di elehê DYA'yê de sloganan davêjin. Hate zanîn ku li sînorê Tirkiyeyê gelek ewlehiyên mezin hatin girtin. Hate zanîn ku Îranê li hemberî Qereqola Wargeniman a Tirkiyeye 6 qereqol ava kirin. Dîsa ji her 3 kîlometreyan yek bi tevahî 20 qereqolên nû ava kirin. Ji bajirgê heta Şemzînanê li herêmên Tisi û Golaye li seranserî sînor hawan û balafirşikan hatin avakirin. Dîsa li ser girên stratejîk leşker hatin bicihkirin. Tê gotin ku dewleta Îranê amadekariyaşerê nû dike. Welatiyên gundên Wargenıman, Kendalok, Aylava, Pagenk, Serêşkevt, Kamber, Ili û Gavlegund ketin nava fikaran.

‘Fuze li aliyê me bi cih kirine'

Keyayê gundê Onbaşiyan Perviz Beşer, anî ziman ku piştî Sûriyeyê balafira şer a Tirkiyeyê xist û şûnde Îranê li ser sînor amadekariya şer dike û wiha got: "Îranê bi sedan topên hewanê li ser sînor bi cih kirine. Çekên giran, fuze û leşkeran bi cih dike. Lê li gel vê yekê Tirkiye pir bêdeng e. Ger ku dê şer bikin em ji vir bar bikin biçin.

Welatiyê bi navê Husret Şen jî anî ziman ku her diçe qada jiyanê li wan teng dibe û wiha got: "Gundê me li ser sînor e. Em di nava leşkerên tirk û îranê de mane. Me sewalên xwe anîn gund. Me zozanên xwe vala kirin. Gelek çekên giran di nava çiyê de bi cih kirine.

‘Em di nava 2 agiran de dimînin'

Welatiyê bi navê Îhsan Şen jî anî ziman ku leşkerên Îranê wekî dijmin nêzîkî wan dibe û wila got: "Berê leşkerên tirk û Îranê hev ziyaret dikirin. Qereqê wan nêzî hevin. Lê niha li hev sor bûne. Divê Îran helwest û sekna xwe zelal bike. Ev dijminantiya wê li hemberî kê ye. Li hemberî me ye? Li hemberî dewleta tirk e? ango li hemberî kesekî din e bila zelal bike. Jiyana me di talûkeyê de ye. Em di nava 2 agiran de mane."

(mae)