Li Sûriyeyê hêza sêyemîn a şer: Kurd
STOCKHOLM 21.01.2014 07:58:49 Çapemeniya Swêdê, cihekî berfireh da pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û destketiyên gelê Kurd.
Kovarên heftane yên navneteweyî Time Magazine, The Economist û Newsweekê û kovara Fokus a versiyona Swêdê, di hejmara xwe ya dawiyê de 12 rûpel ji pêşketinên li Rojava re veqetandin. Rojnameya Arbetaren jî nivîsek li ser rewşa civakî û pêşketinên leşkerî yên Rojava nivîsî.
Rojnameya Svenska Bladet a rojane, di gotareke xwe de cih ji îlankirina Xweseriya Demokratîk a Rojava re û rewşa rêxistinkirina civakê re veqetandin û bangê li Hikûmeta Swêdê kir ku li nava Yekitiya Ewropayê bikeve nava hewldanan da ku Kurd bên naskirin.
Rojnamevan Ivar Andersen û Wênevan Christoffer Hjalmarsson bi nûnetên YPG, PYD û partiyên din re hevdîtin çêkirin û çavdêriyên xwe bi gotara bi navê “Hêza sêyem a şer” di Fokusê de bi raya giştî re parve kir.
Di gotarê de şerê ji 2011’an û ve li Sûriyeyê tê meşandin û pêşketinên li Rojava hatine nirxandin. Her wiha hat ragihandin ku Kurdan destpêkê li hemberî rejîma Esad herêma xwe parastin û piştre jî neçar man xwe li dijî cihadiyên Îslamî biparêzin.
YPG’Ê DÊ PÊŞEROJA ŞER DIYAR BIKE
Andersen da xuyakirin ku El Nûrsa bajarên xistibû destê xwe, di şerê li hemberî YPG'ê de neçar ma yek bi yek berde û got: “Pêşeroja Rojava dikare di şer de diyarker be. Herêma Kurdan û mîlîsê wê yê xurt, tevî ku di cewhera xwe de li dijî Esad e, îro hîn bêtir li hemberî mûxalîfan şer dike. Her ku diçe PYG bi hêz dibe û nêzî 15 hezar leşkerên wê hene. Eger ev hêz bi aliyekî re tifaqê bike, hingî dikare di asteke bilind de pêşeroja şer diyar bike.”
Di gotarê de hat destnîşankirin ku Rojava hatiye îzolekirin; hem Tirkiyeyê hem jî Hikûmeta Xweser a Kurd a Başûrê Kurdistanê deriyên xwe yên sînor li ser girtine. Di dewama gotarê de hat ragihandin ku li gel hevdîtinên aştiyê yên navbera Enqere û PKK'ê jî, Enqere ne razî ye ku PYD Rojava girtiye bin kontrola xwe û Serokwezîrê Tirk Erdogan jî bi dagirkirina herêmê gef xwariye.
Di gotara li Rojnameya Arbetaren de jî hat diyarkirin ku Bihara Ereb a li Sûriyeyê beriya sê salan bi xwepêşandanên aştiyane destpê kir veguherî şerekî bi xwîn ê navxweyî, şerê ku di destpêkê de yek bû bûye dudu û hat destnîşankirin ku Kurd neçar mane li dijî Îslamperestên Radîkal çekê hilgirin.
Di gotarê de hat gotin ku PYD tevî li herêmê gelekî xurt jî ji bo rêvebirina Rojava bang li partiyên din ên Kurd û gelên din kiriye, hewl dide modeleke lîberal a ji gelek partiyan bixe meriyetê û hat ragihandin ku hin hêz PYD'ê bi cihêkariyê, bi daxwaza avakirina Kurdistana Mezin tawanbar dikin.
MUSLIM: PÊWÎSTIYA ME BI ALÎKARIYA SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK HEYE
Di gotarê de her wiha tê destnîşankirin ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim armanca xwe weke Xweseriya Demokratîk a di bin sîwanê Sûriyeya Demokratîk de rave kiriye û aniye ziman; “Pêwîstiya me bi alîkariya siyasî û dîplomatîk heye. Em hewil didin ku xwe li hemberî êrîşên ku DYA û Tirkiye piştgiriyê didinê biparêzin. DYA alîkariyê dide Artêşa Azad a Sûriyeyê ku El Nûsra jî di nav de heye. Tirkiye jî her kesê ku êrîşî me bike piştgiriyê didê. Dizanin ku eger li Sûriyeyê Kurdan otonomî bi destxist wê Kurdên li Tirkiyê jî bi hêz bibin.”
Di nivîseke nîqaşê ya li Rojnameya Svenska Dagbladet pêr hatibû weşandin de bal hatibû kişandin ser hevşibiyên Rêveberiya Xweser a Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê bê îlankirin. Di nivîsê de hat destnîşan kirin ku Kurd li êrîşên komên ser bi El Qaîdeyê re rû bi rû mane û hat gotin, "Li Rojava Kurd, Sûryanî, Ermenî û Ereb bi hev re dijîn. Tevî ku YPG milîsên Kurdan in jî gelên herêmê di nava wan de cih digrin. Ev yek tê wateya ku li Sûriyeyê herêmek gel bi aştiyane bi hev re bijîn, tê avakirin."
JI BO NASKIRINA ROJAVA BANG
Di gotara bi îmzeya Asso Abdullah de hat destnîşankirin ku Destûra Bingehîn a beriya niha li Rojava hat îlankirin xwedî hemû pîvanên demokasiyê ye û hat gotin; laîsîmz, hilbijartinên demokratik û azad, perwerdeya bi zimanê dayikê yên Suryanî, Erab û Ermenî û temsîliyeta wan di nava saziyan de ewle dike.
Di gotarê de hat ragihandin ku tevî van hemû pêşketinan jî Rojava li ber çavan nayê girtin û hat destnîşankirin ku Rojava nîşan daye li Rojhilata Navîn hînê hêzên demokratîk ên bi rastî guherînê dixwazin hene. Di gotarê de bang li hikûmeta Swêdê hat kirin ku ji bo naskirina Rojava, li nava Yekitiya Ewropayê bikeve nava hewldanan.