Li Sûrê biryara "qedexeya derketina derve" hate îlan kirin
AMED (DÎHA) - Li Sûrê polîsên ku êrîşê taxan dike ji wesayitên zirxî anonsa "kepenkan venekin û biçin malên xwe" dikin. Polîsan êrîşî parlamenterên ku dixwazin bikevin taxan û nûçegîhanên ku bûyeran dişopînin jî kirin û berê çekên xwe dan ser wan. Polîsan bi stûyê Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr girtin û ji heyet û nûçegîhanan re gotin "Du hevalên me şehîd ketine em nahêlin hun bikevin taxê." Walîtiya Amedê jî "qedexeya derketina derve" îlan kir.
Polîsên tîmên taybet ku duh navçeya Sûrê ya Amedê dorpêç kiribûn vê sibê saet di 04.00'an de bi çekên giran êrîşî taxan kirin. Polîsan êrîşê taxên Fatîhpaşa û Hasirliyê kirin û ciwanan jî bersiv da êrîşa polîsan. Şêniyên taxê jî derketin şibake û şaneşînên malên xwe û bi çalakiya deng derxistinê bertek nîşanî polîsan da. Polîsan ketin û derketina navçeyê qedexe kirin û beriya ku waliti biryar bigire, ji wesayitên zirxî ji esnaf û welatiyan re anonsa "kepenkan venekin û biçin malên xwe" kirin.
Êrîşê parlamenter û rojnamevanan kirin
Polîsan di saetên sibê de bi ava şid bombeyên gazê, êrîşê nûçegîhanênên JINHA û DÎHA'yê ku ji bo bûyeran bişopînin çûbûn herêmê kir. Dema ku parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Çağlar Demîrel û Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek dixwestin biçin taxên ku êrîşa polîsan heye û nûçegîhanên DÎHA'yê bûyer dişopandin, polîsan heqaret li heyet û rojnamevanan kir û gule reşand hewayê. Polîs, bi stûyê parlementer Ziya Pîr girtin û bi gotinên "Du hevalên me şehîd ketine em nahêlin hun bikevin vê derê" gef li heyet û nûçegîhanan xwarin.
Li hemberê wesayita polîsan êrîşa bi roketan
Her wiha hate zanîn ku duh di saetên şevê de li Taxa Hasirliyê li hemberî wesayita zirxî ya polîsan êrîşek bi roketan pêk hatiye û di êrîşê de 2 polisên tîmên taybet mirine 3 polîs jî birîndar bûne.
Qedexeya derketina derve
Di saetên ku polîsan êrîşên xwe yên li ser taxan giran dikirin, Walitiya Amedê jî biryara "qedexeya derketina derve" îlan kir. Walitiya di daxuyaniya xwe de da zanîn ku qedexe îro saet di 09.30'an de destpê kiriye û heya daxuyaniyek nû dê qedexe berdewam bike.
Li Sûrê pevçûn berdewam dike û ji taxan dengê teqînên mezin tê bihîstin.
(sy)