1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sûrê êrîşa bi tankan û şer dewam dikin
Li Sûrê êrîşa bi tankan û şer dewam dikin,li,sûrê,êrîşa,bi,tankan,û,şer,dewam,dikin

Li Sûrê êrîşa bi tankan û şer dewam dikin

Di roja 46. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, bi tank û topan êrîş li hemberî taxên Sûrê tên kirin. Ji duh bi şev û vir ve jî, bi çekên giran gule lê tên reşandin

A+ A-

AMED - ANF Di roja 46. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, bi tank û topan êrîş li hemberî taxên Sûrê tên kirin. Ji duh bi şev û vir ve jî, bi çekên giran gule lê tên reşandin.

Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana gel di roja 46. de dewam dike. Hêzên dewleta Tirk bi tank, top û çekên giran êrîşî navçeyê dikin.

Êrîş duh bi şev li derdora Minareya Çarling giran bû. Tevî êrîşên bi top, bombeavêj û tankan, bi çekên giran gule li taxan tên reşandin. Bi tankên li herêma Deriyê Mêrdînê bi cih bûye re, ji duh bi şev û vir ve top li Mizgefta Arap Şey, Mizgefta Kûrşûnlû ya li Taxa Fatîhpaşa û derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf tên barandin.

Ji Taxa Cemal Yilmaz a li dora Deriyê Mêrdînê, hêzên dewleta Tirk xwestin xwe berdin nava Taxa Hasirli. Li ser bersivdayîna Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de, hêzên dewletê bi dijwarî bombe li van herêman barandin.