Li Sûrî serhildanan dest pê kir
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî welatên Ereb ên li Rohilata Navîn, ji 15’ê Adarê ve 3 caran li Sûriyeyê xwepêşandan pêk hat. Duh piştî Şamê, li bajarê Darra jî bi hezaran kes li dijî rejîma Beas serî hildan. Hêzên ewlekarî gulle bi ser girseyê de barandin herî kêm 4 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, duh li bajarê Daraa yê Sûriyeyê xwepêşandanek girseyî pêk hat. Hêzên ewlekarî gulle bi ser girseya derdorê hezar kesî de barand û di encamê de herî kêm 4 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Bêjeyên Miftehî li,sûrî,serhildanan,dest,pê,kir