1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li Tehranê xwendekarê Kurd hat girtin
Li Tehranê xwendekarê Kurd hat girtin,li,tehranê,xwendekarê,kurd,hat,girtin

Li Tehranê xwendekarê Kurd hat girtin

A+ A-

TEHRAN - Mihemed Îlxanîzade, xelkê bajarê Bokan û Xwendekarê zanîngeha Taranê, roja şemiyê piştî ji aliyê supay pasdaran ve hate bangkirin û desteserkirin.

Li gor ajansa Heranayê, Mihemed Îlxanîzade, xelkê bajarê Bokan û Xwendekarê zanîngeha Taranê, roja şemiyê piştî ji aliyê supay pasdaran ve hate bangkirin, hate desteserkirin.

Li aliyekî din jî, ajansa Mukriyanê ragihand ku xwendekarê ji bajarê Saqizê Mihemed Rehîm Dêhqanî, berî bi 20 rojan li ber zanîngeha Peyam Nûrî ya bajarê Saqizê, ji aliyê hêzên ser bi rejîmê ve hatiye girtin û ew ji bo devereke nediyar hatiye birin.

Çavkaniyê radigihîne ku hêzên ser bi Îranê, avêtine ser mala Mihemed Rehîm Dêhqadî û dest danîne ser kompîter û hejmarek pirtûkên xwendekarê Kurd.

Di heman demê de li gora ajansa kampanyaya parastina zindaniyên siyasî û sivîl, doh bi şev Îtleata bajarê Qurwe tevî hejmarek ji hêzên taybet, êrîş kirine ser mala çalakê çandî û sivil Feyzullah Husên a ku li navçeya Dêgulan e. Îtleatiyan Husên û kurê wî bi lêdan digel xwe birine. 

ANF