Li Tetwanê tevgera leşkerî didome
Operasyonên leşkerî ya piştî teqîna li ser riya bejayî ya di navbera navçeyên Xizan û Tetwanê de didome
Hate zanîn ku piştî teqîna li ser riya bejayî ya di navbera navçeyên Xizan û Tetwanê de 7 leşker birîndar bûn li herêmê operasyon hate destpêkirin û operasyon berdewam dike.
Di 7'ê tîrmehê de li ser riya bejayî ya ku di navbera navçeyên Xizan û Tetwanê de teqîn pêk hatibû û di encama teqînê de 7 leşker birîndar bibûn. Piştî pevçûnê li herêmê operasyon hatibû destpêkirin û hate hînbûn ku hêj ketin û derketina herêmê nehatiye dayîn. Hate zanîn ku bi taybet ketin û derketin gundên Xizorkîn, Kurtîkan, Taşvask û Êz ên navçeya Tetwanê ji aliyê leşkeran ve tê girtin. Hate ragihandin ku piştî pevçûnê 3 rojan ketin û derketina gunda qedexe bû û pişt re jî bi lêgerîneke dijwan destûra gundiyan hate dayîn. Li herêmê lêgerîna çoltar berdewam dike.
(bd/mae)