1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Li Tirkiyê azadiya ramanê qels e´
´Li Tirkiyê azadiya ramanê qels e´,li,tirkiyê,azadiya,ramanê,qels,e

´Li Tirkiyê azadiya ramanê qels e´

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Rêxistina Efûyê di rapora xwe ya derbarê Tirkiyê de destnîşan kir, ku di warê azadiya ramanê de ti pêşketin çê nebûye. Rêxistina Efûyê di rapora xwe de, dozên bi navê KCK'ê û helwesta dewletê ya li beramberî komkujiya Roboskî jî rexne dike.

Rêxistina Efûyê (Amnesty International) ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, rapora xwe ya sala 2013'an a li ser rewşa 159 welatan eşkere kir. Di beşa Tirkiyê ya raporê de tê destnîşankirin, ku li gel reformên hatine kirin jî, azadiya fikir û ramanê gelekî qels maye. Rêxistin dibêje; "Tevî reformên siyasî li Tirkiyê di warê azadiya ramanê de ti pêşketin çê nebûye. Polêsan ji bo xwepêşandanên aştiyane belav bike, hêzeke zêde bikar anî. Binpêkirinên mafên mirovan ên rayedarên dewletê, nehatin şopandin û cezakirin.

Di raporê de mijarên, mafê azadiya ramanê, êşkence û kiryarên ne baş, bikaranîna hêza zêde, nedayîna ceza, darizandinê ne adîl, binpêkirinên ji aliyê komên çekdar ve hatine kirin, mafên redkarên wicdanî, penaber û takekesên LGBT, dijwariya li dijî jin û zarokên keç, tên nirxandin.

Di beşa lêkolînên herêmî ya raporê de tê gotin, "Herçend Tirkiye weke aktorekî herêmê bandora wê zêde bûye jî, bi hezaran mirovan di encama darizandineke ne adîl de hatine girtin û li girtîgehan tên rizandin. Di warê libeçavgirtina mafên mirovan de, ti pêşketin çê nebûye."

Di rapora nirxandina sala 2012'an de rexne li pakêta dadgeriyê ya sêyemîn tê kirin, ku ddi warê azadiya ramanê de, bi navkirina sûc û guhan ne guhertiye.

Di sernavê azadiya ramanê de, mijarên dozên di bin navê KCK'ê de tên meşandin, dozên li dijî Ragip Zarakolû û Buşra Ersanli, redkarê wîcdanî Halîl Savda, piyanîst Fazil Say, rojnamevan Ahmet Şik û Nedîm Şener, tên nirxandin.

NEDAYÎNA CEZAYAN

Di sernavê "Bikaranîna hêza zêde" de destwerdana li xwendekarên di Qanûna sala 2012'an de hatina Erdogan a li ODTU'yê şermerzar dikirin, hat rexnekirin. Di raporê de her weha tê destnîşankirin, ku li gorî îddîayan ji ber bikaranîna hêza zêde 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di beşa "Nedayîna Ceza" de mînaka "Bombebarana Roboskî ku di encamê de 34 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, tê dayîn. Di raporê de rexne li hukûmet û dewletê tê kirin, ku herçend di ser komkujiya Roboskî de 2 sal derbas bûne jî, lêpirsîneke erênî nehatiye meşandin û sûcdar nehatine cezakirin.

Di heman beşê de her weha mînaa polêsê Tirk Sedat Selîm Ay tê dayîn û tê gotin, "Ev kesê mijara gotinê ji ber pêkanînên nebaş ên di bin çavan de ceza xwariye. Lê li gel vê jî li şûbeya Têkoşîna li dijî Terorê, payeya wî hatiye bilindkirin."

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî her sal, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li 159 welat û herêman raporê amade dike û diweşîne.