1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ukrayna serdegirtina li dijî qadê: 21 mirî
Li Ukrayna serdegirtina li dijî qadê: 21 mirî,li,ukrayna,serdegirtina,li,dijî,qadê,21,mirî

Li Ukrayna serdegirtina li dijî qadê: 21 mirî

A+ A-

09:44 19.02.2014

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytexta Kîev a Ukrayna di encama serdegirtina polîsan a Qada Serxwebûnê de ku 3 meh in di destê çalakgerên muxalif de ye 7 polîs û 14 çalakgeran jiyana xwe ji dest da. Dema mudaxeleya polîsan dest pê kir, parlamenterên partiyên muxalefetê banga berxwedanê li çalakgeran kirin.

Li paytexta Kîev a Ukrayna polîsan di derengiya şevê de girtin ser Qada Serxwebûnê ya ji Mijdara 2013'an ve di destê çalakvanên muxalif de bû. Çalakvanan ku bi keviran bersiv dan, polîsan jî bombeyên gazê û gulleyên plastîk bi kar anînin. Di pevçûnan de ku qad veguherî gola xwînê 7 jê polîs 21 kesî jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterên banga berxwedanê kir

Di dema mudaxeleya polîsan de parlamenterên partiyên muxalefetê banga berxwedanê li çalakvanan kirin.

Ji NATO bangawazî

Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen, têkildarî bûyerên Ukrayna ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku ji agahiyên mirinan bi guman in. Rasmussen, bang li tevayî aliyan kir da ku xwe ji şîddetê paşde bidin û ji nû ve dest bi diyalogê bikin.

Ji Almanya hişyarî

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Steînmeîer diyar kir ku eger şîddeta li hember çalakvanan dewam bike wê di asta Yekîtiya Ewropyê de dest bi pêkanîn li hember rayedaran bikin.

Ji YE rexne

Serokê Sosyalîst û Demokratan (S&D) Hannes Swoboda, ku li Parlamentoya Ewropa duyemîn koma mezin a siyasî ye diyar kir ku Serokkomarê Ukrayna Vîktor Yanukovîç di helwesta xwe ya li hember demokrasiyê de gihişt asteke nû.

Ji bûyerên şîddetê em ketin nav metirsiyekê

Qesra Spî diyar kir ku ji bûyerên şîddetê yên li Kîev ketine nav metirsiyekê û bikaranîna hêzê krîzê çareser neke.

(yş)