Li Urlayê nijatperestan êrişê HDP'iyan kirin
13:00 23.02.2014 1 / 5 ÎZMÎR (DÎHA) - Li navçeya Urlaya Îzmîrê HDP'iyên ku di çarçoveya xebatên hilbijarinên de xebatên xwe dimeşandin ji aliyê komek nijadperestan ve rastî êrişê hatin. Di êrişa ku kesek birîndarbûn de nijadperestan xwestin HDP'iyên di otopusê de lînç bikin. Êrişa ku polîsan mûdaxale nekirin de HDP'iyan bersivdan. Rageşî berdewam dike.
Di çarçoveya xebatên hilbijatinên herêmî de HDP'iyên ku ji bo ku bîroya hilbijartinê vebike diçûn navçeya Urlaya Îzmîrê li Qada Cumhuriyetê ya ku koma nijadperes ên ku ji 100 kesî pêkdihat bi kevir û çoyan êrişê wesayita hilbijartinê ya HDP'ê kirin. Wesayîta ku namzetê Hevşaredarê HDP'ê yê Bajarê Mezîn ê Îzmîrê Osman Ozçelîk û ji gelek partiyî tê debûn rastî êrişa koma nijadperestan hat û di encama êrişê de paceyên wesayîtê hatin şikandin û êrişkaran xwestin ku kesên di wesayîtê de lînç bikin. Di êrişê de kesek birîndarbû. Piştî ku HDP'iyan bersivda koma nijadperest durketin ne mûdaxalekirina polîsan jî balkişand. Piştî navberek kurt koma nijadperest carek din bi kevir û çoyan êrişên HDP'iyan kirin. Şer û pevçûn berdewam dike.
(my)