Li Wanê Gelek Birîndar Hene
Li Wanê erdheja ku çêbû di navbera 2 saetan de gelekî dubare bû. Der barê mezinbûna erdhejê de agahiyên cuda ji navendên jeolojîk tê, lê li gor şaredarê Ercîşê gelek mirî û birîndar hene.
A+
A-
Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî gazî li gel kir ku tirsa xwe bavêjin û gazî bajarên din û dewletê kir ku alîkariyê bişînin.
Li gor agahiyên fermî yên dewleta tirk jî gelek wezîr diçin herêmê û Serokwezîrê Tirk Erdoganî jî biryar daye ku here wanê.
Li gor navendanên jeolojîk di navbera 2 saetên dawî de 7 caran erdhej çêbûye û ji van erdhejan a herî mezin 6.6 bûye.
Agahî ji gund û navçeyan hêj nehatine...
Bêjeyên Miftehî li,wanê,gelek,birîndar,hene