Li Wanê huner bi kurdî tê kirin
11:02 16.12.2013 1 / 14 WAN (DÎHA) - Li Wanê ku beriya çendekî Navenda Çanda Nuda hate vekirin, di dema nû de di gelek şaxên hunerê de dê qûrs bê dayîn. Di demek kurt de 500 kes xwe qeyd kirin, qûrs jî bi kurdî tê dayîn. Xebatkarên Navenda Çanda Nudayê, diyarkirin ku ew dê pêşî dest bi çêkirina peykera heval Nuda bikin û gotin "Dema peyker xilas bibe jî em dê li pêşiya Navenda Çanda Nuda yê dayinin."
Navenda Çanda Nudayê ku di sala 2010'an de ji hela Şaredariya Wane ve temelê wî hatiye avêtin û rojên derbas bû bi beşdariya Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş re bi merasîmek vekirina wî hate kirin, di dema nû de xebatên qûrsê berdewam dikin. Di nava qûrsên dema nû de, beşên wêne, govend, tembur, gîtar, keman, def, sînema, peyker, şano û bilûr jî hene. Di qûrsan de ders bi kurdî tê dayîn. Ji bo ders bi kurdî bê dayîn beriya dersan dersa kurdî di nava qûrsan de hene. Heta niha nêzî 500 kes serî li Navenda Çand û Hunera Nudayê ya di bin banê Şaredariya Wanê de xebatên xwe dimeşînin dan e. Mamosteyê dersa kurdî Handan Bagci, diyar kir ku di navendê de bi taybetî dersa zimanê kurdî heye. Bagci, da zanîn ku qûrsiyerên diçin qûrsên din beriya dersên xwe du saet dersa zimanê kurdî dibîn in. Bagci, balkişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û destnîşan kir ku yên qet zimanê kurdî nizanin jî hene. Bagci, anî ziman ku li navendê dersên kurdî didin yên dizanin jî nizanin jî.
'Ez xwe di şanoyê de dibîn im'
Mamosteyê şanoyê Hevîdar Bakir jî da zanîn ku li navendê xebatênl hem teorîk hem jî pratîk dimeşîn in û diyar kir ku bi taybetî di listîkên bê kirin de qûrsiyer divê lîstika doxaçlama bikin. Bakir, wiha got: "Ez tenê nabêjim vî bikin wiha bikin. Em dixwazin çi ji dilê wan tê wisa bikin. Em xebatên ji bo xwendekar karibin afirîneriya xwe jî pêş bixin. Em ji xwendekaran dixwazin ew jî ji ba xwe hin tişten lê zêde bikin. Û wisa jî pêş dikeve."
'Ev di jiyana rastî de jî me pêş dixe'
Ji xwendekarên qûrsa şanoyê Hulya Karataş jî, diyar kir ku di asta pêşî de qontrola bedenê dersan dibînin û da zanîn ku xebat pir bi coş derbas dibe. Karataş, wiha got: "Em doxaçlamayê jî lê zêde dikin, ev gelek sûd dide me. Ev di jiyana rastî de jî me pêş dixe. Ez dikarim bibêjim ku em xwe di şanoyê de dibîn in."
'Vebû venebû min xwe qeydkir'
Xwendekarê qûrsa Erbaneyê Baran Dûrmaz diyar kir ku ew bi lêdana erbaneyê ve hatiye girêdan û destnîşan kir ku li Wanê berê qûrsa erbaneyê tunebû û cara yekemîn li Navenda Çanda Nudayê hate vekirin, vebû venebû jî min xwe qeyd kir. Durmaz, da zanîn ku ew dê di demên pêş de komekî muzîkê ava bikin û da zanîn ku bi taybetî ew dê zimanê kurdî bikar bînin û xebatê bimeşîn in.
'Em peykera heval Nuda çêdikin'
Mamosteyê qûrsa peykerê Ûmût Çelîk jî diyar kir ku armanca wan ew e ku ya xwendekaran bînin astekî aqademîk û da zanîn ku hem di nava hefteyê û hem jî dawiya hefteyê dersan didin. Çelîk, destnîşan kir ku di asta pêşî de bi heriyê xebatên biçûk ên wekî poz, goh û dest çêdikin, di demên pêş de jî ew derbasî asta çêkirina peykerê dibin. Çelîk, wiha got: "Em bi xwendekaran re xebata pêşî peykera hevala Nuda çêdikin. Dema peyker xilas bibe jî em dê li pêşiya Navenda Çanda Nudayê deyinin."
Mamosteyê govendê Mûharem Yilmaz jî, diyar kir ku 120 qûrsiyerên hene, dersan li gor temenan bi sînor dikin û li gor wê dersan didin. Yilmaz, destnîşan kir ku di serî de listîkên herêma Wanê didin û piştre jî hemû govendên herêma Serhadê didin.
(ea/mae)